Open main menu

Kîmendaze an kîmendazyarî tayekê endazyarîyê ye ko binemayên kîmyayê, fîzîkê, [Kîmendaze an kîmendazyarî tayekê endazyarîyê ye ko binemayên kîmyayê, fîzîkê, matematîkê û aborîyê ji bo berhemînan, terraguhartin û terraguhastina keristeyên kîmyayî û wizeyê dixebitîne. Kîmendazyar anko zanayê kîmendazeyê ji bo guhartina keristeyên kîmyayî, keristeyên xav, xaneyên zindî, hûrendamweran û wize anko enerjîyê ji bo reng û form û berhemên mifadêr pêvajoyên di astê mezin da dadirêje.

Kîmendazyar di gelek warên dariştin û xebitandina karxaneyan da pişikdar in, mîna silametî û êmnahîyê, helsengandina metirsîyan, dariştin û şirovekirina pêvajoyê, endazyarîya hevsarkirin anko kontrolkirinê, endazeya karvedanên kîmyayî, taybetmendîyên nijandin û avakirinê û rênumayîyên xebitandinê.

KoknasîBiguherîne

Li goreyê nivîsareka kovara zanistî ya Brîtanyayî, dibêje ko James Donnelly behsa wê dike ko li sala 1839 seba berhemînana gogirîktirşî anko Asîd Sulfurîkî navê kîmendazeyê hatîye. Lê her di wê nivîsarê da şerefa dahînana wî navî bi George Davis, şêwirmenê ingilîz, hatîye dan. Davîsî her weha ji bo damezirandina 'Civata Kîmendazyaran' jî bizav kirîye, lê li şûna wê navê wê civatê bû Civata Pîşesazîya Kîmyayî (1881) û Davîs bi xwe bû debîr anko sekreterê wê yê pêşîn. Lê ensîklopedîyayeka Amerîkayî xebitandina vê zarav anko termê vedigerrîne sala 1890ê. Kîmendaze an jî endazyarîya kîmyayî bi maneya xebitandina amûrên mekanîkî di pîşesazîya kîmyayî da piştî salên 1850an li Ingilistanê tiştekê belav bû. Li sala 1910ê, kîmendaze wekî pîşeyeka naskirî li Brîtanyayê û Amerîkayê belav bûbû.

DîrokBiguherîne

Kîmendaze li ser bingehê kiryara yekîneyanî hat avakirin. Kiryara yekîneyanî çemk anko mefhûmeka bingehîn ya kîmendazeyê ye. Bawerîya pirranîya rayedaran ew e ko Davîsî çemka kiryara yekîneyanî dahîna. Wî li sala 1887ê, çend dersgotar li Xwandingeha Teknîkî ya Mançesterê (ko paştir bû parçeyek ji Zanîngeha Mançesterê pêşkêş kirin, ko wesa dihêt bawerkirin ko dersgotarên herî pêşîn di kîmendazeyê da bin. Sê salan berî dersgotarên Davîsî, Henry Edward Armstrong di xuleka kîmendazeyê da li Binkeyê Bajar û Pîşekarên Londonê (City and Guilds of London Institute) ders dida. Xula Armstrongî bi ser nekevt, hema ji ber wê ko ... derçûyên wê xulê bi dilê kardaran nebûn. Kardarên wê demê zêdetir ji kîmyanasan û endazyarên mekanîkê hez dikir. Xulên kîmendazeyê li Bingehê Teknolojîyê yê Masaçûsetê (MIT) li Amerîkayê, Zanînkoma Owensê (Owens College) li Mançesterê û li Zanînkoma Zanîngehî ya Londonê tûşî wê arêşeyê bûn. Li destpêka 1888ê, Lewis Nortonî li MITyê dest bi xula yekê ya kîmendazeyê li Amerîkayê kir. Xula Nortonî hevdem û hevrengî xula Armstrongî bû. Her du xulan bi sanahî babetên kîmyayê û endazyarîyê digel nitilandin anko dîzayna berheman tev li hev dikirin.