Kî ne em? navê straneke Şivan Perwer e. Gotin bi îzna Cegerxwîn ji aliyê Şivan Perwer ve hatiye guhartin.

Helbesta orjînal Kî me ez? bû û Cegerxwîn nivîsandî bû. Piştre, Şivan Perwer ji bo gotina wek kulam an jî wek gotar vê helbestê guhart.

Peyvên Kî ne em?

biguhêre

Kî ne em?
Cotkar û karker
Gundî û rêncber
Hemû proleter

Gelê Kurdistan
Şoreş û volqan
Tev dînamêt in
Agir û pêt in
Sor in wek etûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqin
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kî ne em?

Hey hey hey kî ne em?

Em in rojhilat
Tev birc û kelat
Tev bajar û gund
Tev zinar û lat
Ji destê dijmin
Dijminê xwînxwar
Xurt û koledar
Ji Rom, ji Fireng
Di rojên pir teng
Bi kûştin û ceng
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kî ne em?

Hey hey hey kî ne em?

Kî ne em?
Gelê serefiraz
Dijminê dijmin
Dostê aştîxwaz
Em xweş mirov in
Ne hirç û hov in
Lê çi bikim bê şer
Dijmin naçî der
Bav û kalên me
Dixwestin serbest
Naxwazin bijîn
Ta ebed bindest
Kî ne em?

Hey hey hey kî ne em?

Em in ew Kurdê
Serhişk û hesin
Îro jî dijmin
Ji me ditirsin
Bêhna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr
Biteqim ji bin
Dîsa wek şêra
Bikevin çiya
Naxwazim bimrin
Dixwazim bigrin
Kurdistana xwe
Axa Mîdiya
Kî ne em?

Hey hey hey kî ne em?

Em in ew Kardox
Xaldêwên kevnar
Em in ew Mîtan
Nayrî û Sobar
Em in ew Lolo
Kardox û Gûtî
Em in Mad û Goş
Horî û Gudî
Em in Kurmanc û
Kelhor, Lor û Gor
Em in, em Kurd in
Li jêr û li jor
Çend hezar salin
Kurdistana me
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin!

Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg
Hinek jên bûne cahşên jardaran
Kurdistan firot wan tev neyaran
Bûne mezhebdar, bûne olperest,
Bûne paşverû, bi tizbî û xişt
Ta ku dijmin şikand li me ser û pişt,
Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
Bûn dijminên hev perçe perçe bûn

Ta ku Kurdistan
Ta ku Kurdistan
Ta ku Kurdistan
Jar û perîşan kete bin destan!

Ketin xewê, ketin xewê
Ketin xewa zilm û zorê
Ketin xewa bindestiyê
Raketin, raketin
Yekcaran serê xwe rakirin
Lê dijmin serî zû jêkirin
Yek carna bi hêz serê xwe rakirin
Lê dijmin serî zû jêkirin

Lê li vî xakî
Li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin
Ev erdê jiyanê ye
Germ dibe, sar dibe
Dikele, dikele, dipijiqîne
Brûskê tavê tavan hiltîne
Ronahî dike rojê li welat hiltîne
Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne
Niştimanperweran diwelidîne

Em in ew gela
Belê em in ejdeha
Ji xewa dîlî şiyar bûn niha
Dixwazin wek mêr
Ji tev de jin û mêr
Rabin her wek şêr
Serê xwe hildin
Çi serbilind in
Bi cîhan carek
Em bidin zanîn
Rêçika Marksîsm, Rêçika Lenîn.
Kurê Guhderz û Salar û Rustem,
Kurê Sêrgoh û Ferhad û Deysem.
Bejin bilind in
Wek dêw bilind in
Em destdirêj in
Serbest dibêjin
Dixwazin bi lez
Gavan bavêjin!
Kî ne em?

Hey hey hey kî ne em?

Ne xwînxwar in em,
Aştîxwaz in em
Serdarên bilind,
Gernas in herdem
Em şer naxwazin,
Divên wekhevî,
Em paş ve naçin,
Lê dijmin direvî!
Divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakî
Divên biratî, lê ew qebûl nakî
Bûye wek rûvî
Li paş xwe nanêrî
Kî ne em, kî ne em, kî ne em…

Gelo bavêm çi bikin?
Naxwazin însanî
Êrîş bikin û bigrin
Histu bişkînin
Ev pîsên mirdar
Ji nav me derxînin
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kî ne em, kî ne em, kî ne em…

Çavkanî

biguhêre