Judy Garland
Judy Garland (jdb. 10ê hezîrana 1922an li Grand Rapids, Minnesota - m. 22ê hezîrana 1969an de li Chelsea, London) lîstikvan û stranbêjek fîlmê ya amerîkî bû.
Judy Garland | |
---|---|
Jidayikbûn | Frances Ethel Gumm 10ê hezîrana 1922an |
Mirin | 22ê hezîrana 1969an Chelsea, London |
Cihê goristanê | Goristana Hollywood Forever |
Esil | Amerîkî |
Pîşe | Lîstikvan , stranbêj |
Salên çalak | 1924–1969 |
Partiya Siyasî | Partiya Demokrat |
Hevjîn | |
Zarok | Liza Minnelli, Lorna Luft û Joey Luft |
biguhêre |
Ew di 17 saliya xwe de bi rola xwe ya sereke di filmê klasîk The Wizard of Oz (1939) de navdar bû, ku tê de wê versyona orîjînal a strana Over the Rainbow got. Dûv re wê di çend fîlmên MGM de lîst, pir caran bi Mickey Rooney û Gene Kelly re hevlîstikvanî kir, û çend caran ji hêla mêrê xwe Vincente Minnelli ve hat derhêner kirin. Fîlmên din ên nas yên bi wê re Meet Me in St. Louis, A Star is Born û Judgement at Nuremberg in. Wek stranbêj, wê gelek salonên konserê tijî kir û di salên 1950î û 1960î de albûm derxistin.
Di dirêjahiya kariyera xwe de, ew bi xelatên girîng ên wekî Grammy, Xelata Kûreya Zêrîn, Xelata Tony û Xelata Oscar a rûmetê hate nas kirin. Berevajî kariyera wê ya serkeftî, jiyana wê ya taybet bi pirsgirêkan tije bû. Ew di 47 saliya xwe de ji ber vexwarina zêde ya heba xewê mir.
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |