Hulîçal
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Falconiformes
(an Accipitriformes, q.v.)
Famîle: Accipitridae
Cins: Circus
Cure: C. macrourus
Navê zanistî yê latînî
Circus macrourus
S. G. Gmelin, 1770

Hulîçal an bazê zerik (Circus macrourus), cureyekî baziyan (Accipiteridae) e.

Belavbûn û warên sirûştî biguhêre

Hulîçal li herêmên başûrê rojhilatê Ewropayê û Asyaya Navîn (weke li Îranê û li rojhilatê Kurdistanê)[1] ferx û hêlîn dike, lê li Hindistan û li başûr-rojhilatê Asyayê zivistanê derbas dike. Hulîçal li çolên ziwa û zeviyên vekirî dijî.

Şayes biguhêre

Dirêjiya hulîçalê di navbera 40-48 cm û tevî baskan di navbera 95-120 cm. Giraniya hulîçalên nêr nêzî 315 g û ya mê nêzî 445 g e. Hulîçalê mê ji yê nêr girs û girantir e. Rengê beşê banî yê hulîçalê nêr gewrê vekirî an gewrê sipî ye û sipî li binê wê ye. Rengê mê qehweyî teve sipî li beşên banî ji laşê wê û ser dûvikan. Baskên hulîçal dirûj in bi serikên reş.

Xwarin biguhêre

Hulîçal nêçîra guhandarên biçûk, qirtîş û çûkan dikin.

Hêk û hêlînkirin biguhêre

Hêlînên hulîçalan li ser erdê tên çêkirin û hulîçalên mê ji çar heta şeş hêkên spî dikin.

Pêşangeh biguhêre

Xwendina pêşve biguhêre

Forsman, Dick (1995) Field identification of female and juvenile Montagu's and Pallid Harriers Dutch Birding 17(2): 41-54

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b "Iran's Birds - Pallid Harrier". Iran deserts. Roja gihiştinê 02 adar 2013. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî)
  2. ^ BirdLife International (2012). "Circus macrourus". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.

Girêdanên derve biguhêre