Hozan Aytaç yan jî bi navê ji dayikbûnê Aytaç Demirbilek, (jdb. 1ê kanûna paşîn 1987 li Orginos, Mûş, Bakurê Kurdistanê) stranbêjekî kurd e ku di nav malbatek dengbêj de mezin bûye.[1]

Hozan Aytaç
Jidayikbûn1987
Orginos, Mûş, Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
PîşeStranbêj
Salên çalak1999–niha
Etîketa qeydêKom Muzîk
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Hozan Aytaç di sala 1987an de li gundê Orgînos a Mûşê jidayîkbûye û yek heft zarokên malbata xwe ye. Xwendina xwe yê seretayî û navîn li bajaroka Norşîn a Mûşê xwendiye.[1] Şarezatiya Aytaç a muzîkê di pola 4emîn a dibistana seretayî de ji aliyê mamoste yên wî ve hatiye dîtin. Di salên xwendina xwe de ji aliyê mamosteyên xwe ve bi eleqeyek mezin tê ecibandin, li hemû lidarxistinên muzîkê yên dibistanê dadikeve ser dikê û sitranan dibêje.[2]

Dema dest bi lîseyê dike bavê wî bi nexweşiya pençeşêrê dikeve û di dema duyemîn a lîseyê de biryar dide dest ji dibistanê berde. Bavê wî di sala 2003an de jiber sedema nexweşiya pençeşêrê jiyana jidest dide.[1][2]

Di sala 2005an de di bin navê komeleyên şarezayiya çanda kurdî de xebatên xweyên muzîkê didomîne. Di sala 2009an de biryar dide ku beşdarî pêşbirka Rojhilat stêrka hildibijêre bibe ku di wan salan de ji aliyê Denge TV ve hatibû organîzekirin û di pêşbirkê de bi dereceyeke mezin li Mûşê pileya yekem bi dest dixe.[1] Di sala 2010an de biryar dide ku li Stenbolê bi cih bibe û li wir dest bi xebatên xweyên albuman bike. Di sala 2011an de bi alîkariya Kom muzîkê bi albûma xwe ya bi navê “Evdalim” albuma xwe ya yekem bi etîka Kom muzîkê weşand.[1]

Birayek wî yê sitranbêj bi navê Sertaç Dilda heye ku ew jî wekî wî sitranbêj e.

Dîskografî biguhêre

Album biguhêre

  • Evdalim
  • Doktor
  • Heyrana te me

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c d e "HOZAN AYTAÇ KİMDİR". Bernamegeh (bi tirkî). 2 gulan 2022. Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2022.
  2. ^ a b "Hozan Aytaç Biyografisi". Kürtçe Bilgi - KurtceBilgi.Com (bi tirkî). Roja gihiştinê 11 çiriya paşîn 2022.

Girêdanên derve biguhêre