Heyv û stêrk sembolek e ku di çarçoveyek dîrokî de tê bikar anîn. Ew yekem car di sala 300 berî zayînê de li dewleya Yewnanî ya Bîzansê hate afirandin, û dema ku padîşahê Pontos Mithridates VI bajarê Bîzans xiste padîşahiya xwe, wî heyv û stêrk wekî nîşana xwe bikar anî.[1] Paşê ji Yewnanan derbasî Îrana Mezin bû. Di sedsala 5an de, ew di pereyên ku Împeratoriya Sasanî bikar anîne de hebû, ji sedsala 3an heya hilweşîna Sasaniyan piştî êrişê Misilmanan li ser Farisan di sedsala 7-an de 400 sal li ser pereyên Sasaniyan bû. Heyv û stêrk jî bûye sembola Împeratoriya Osmanî û paşê bûye sembola Tirkiye.[2] Şêxên Misilman dibêjin ku heyv û stêrk ne sembola Îslamê ye, û Îslamê jî tu semboleke fermî tune ye, û heyv û stêrk semboleke çandî ya pûtperestiyê ye.[3]

Sembola heyv û stêrk

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Andrew G. Traver, From Polis to Empire, The Ancient World, c. 800 B.C.–A.D. 500, Greenwood Publishing Group, 2002, p. 257
  2. ^ "The star and crescent are common Persian symbols, being a regular feature of the borders of Sassanian dirhems." Philip Grierson, Byzantine Coins, Taylor & Francis, 1982, p118
  3. ^ "Many Muslim scholars reject using the crescent moon as a symbol of Islam. The faith of Islam historically had no symbol, and many refuse to accept it." Fiaz Fazli, Crescent magazine, Srinagar, September 2009, p. 42.