Hevzayendîtî di cîhana ajalan de

Li nav cîhana ajalan de candarên ku tevgerên hevzayendî nîşan didin an jî têkiliya hevzayendî dikin, hene. Ev helwesta ku li nav cureyên civakî de gelek belav e, bi taybetî di nav guhandar û çûkên bahrê, meymûnan û apeyan de tê dîtin. Tevgerên hevzayendî bi nêzîkî di 1500 cureyê de hatiye dîtin û 500ê wan bi rindî hatiye vekolandin û dosyakirin.

Hevzayendîtî di cîhana ajalan de
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ev venasîn, nîqaşên ku têkiliyî “xwezayîbûn û miteberiya” hevzayendiyê û nîqaşê ku li gor hin kesan hevzayendî “biryareke civakî” tê hesibandin, germijandiye. Wekî mînak tê zanîn ku hin penguenên nêr bi jiyana xwe ya temamî derin ba hev û pev re hêlîn çêdikin û kevirên girover mîna hêkê xwedî dikin.

Di sala 2004an de karmendên Bexçeyê Ajalan a Central Park ê DYA, hêka bi kevir ên cotepenguenên nêr bi hêka rast guherandine û piştî derketina çêlik, ev cotepenguen ew çêlika wekî yên xwe xwedîkirine. Ev penguen dikevin têkiliya zayendî, ji hev du re stranan dibêjin û penguenên mê bi rundî red dikin.

Xebatin li ser mêşa Drosophila melanogasterê ji bo genetîka hevzayendiya ajalan hatiye kirin.

Hatiye gihaştin ku di ajalan de pêkan e pevrebûna hevzayendî û ketina têkiliya hevzayendî ji ber du genê derkeve holê.

Tê fikirîn ku ev gen bi riya feromonan û guhartina binyata mejiyê tevger kontrol dikin. Bi vê xebatê bandora faktorên hawirî ya li ser hevzayendiya mêşan jî vekolandiye.

Li gorî teoriya profesor Janet Mann ku li Zankoya Georgetown dixebite, şiklê tevgerên hevzayendî - bi gelemperî li delfînan- avantajeke werarî ye ku di nav cureyê de agresyonê kêm dike, bi taybetî di nav ferdên nêr/mêr de.Li gorî hin daneyan, hevzayendî di hin cureyên ajalan de berî zarokanînê heye. Ev dane ji bo mafên hevzayendan çend encamên polîtîk û civakî derxistiye.

Yek ji mînakên herî navdar ên hevzayendîtiya di mîrata heywanan de penguînên bi navê Sphen û Magic in.