Sphen (jdb. 2013 - m. 2024) û Magic navê du pêngwînan (Pygoscelis papua) e ku li Akvaryûma Sea Life Sydney wek hevjînên hevzayend dijiyan. Piştî ku di sala 2018an de gihîştin hev, wan xwedî li du çîçik derketin û mezin kirin. Lewra ew ji bo tevgera mafên hevzayendan di qada navneteweyî de bûn navdar û sembol.[1] Sphen di tebaxa 2024an de di 11 saliya xwe de mir.

Sphen û Magic
  • Animal duo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Sphen
  • Magic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Çîroka wan

biguhêre

Sphen di sala 2013an de li SeaWorld û Magic jî sê sal şûnda li Sea Life Aquarium Melbourne hate dinyayê.[2] Magic û Sphen yekem car di havîna 2018an de li Aquariuma Sea Life Sydney hatin ba hev û beşek ji koloniya 33 pêngwînan bûn.[3]

Her du pêngwînên mêr bi têkîliya xwe ya hevzayendî bûn bi nav û deng. Ew ne tenê jiyana xwe wek pêngwinên hevjîn derbas kirin, lê du hêk wek yên xwe qebûl kirin, li du çîçikên bi navê Sphengic û Clency xwedî derketin û ew mezin kirin.[4] Ji derveyî cotbûnê jî Sphen û Magic her dem bi hev re bûn. Bihevrebûna du pênguînên mêr bi vî rengî cara yekem hate dîtin.

Sphen û Magic ji hev re çokan didan, kevir dianîn hev û qebûl dikirin û paşê ji hev re stran digotin. Di demsala hevjîniyê de, rêvebirên akvaryûmê destnîşan kirin ku wan hêlîna herî mezin çêkiriye û 28 rojan bi berdewamî li ser rûniştiye. Xwediyên pêngwînên akvaryûmê lewma biryar dan ku divê destûr were dayîn ku cot çêçikek mezin bikin. Ev daxwaz ji serokatiya akvaryûmê ve bi dilxweşiyê hat qebûlkirin. Rêvebiran di destpêkê de hêkeke nerast da wan, ku wan bi serfirazî qebûl kirin. Di encamê de, dema ku cotek pêngwînên heteroseksuel hêkeke bêxwedî hiştin, karkeran ew hêk dan Sphen û Magic. Ji ber ku piçûktir bû, Magic di destpêkê de kêmtir wextê lênihêrîna hêkê derbas kir. Çîçik di îniya meha çiriya pêşîn a wê salê de ji hêkê derket, giraniya wê 91 gram bû û yekane hêk bû ku di tevahiya salê de derkeve. Navê Baby Sphengic li çiçikê hat dayîn û di kanûna paşîn a 2019an de çiçikê wekî mê hat ragihandin.[5]

Di çiriya paşîn a 2019an de hate eşkere kirin ku cot çêçikeke duyem çêdike piştî ku karmendan dîtin ku cotek din hêka xwe sêwî dihêle.[6] Paşê navê wê wek Lara hate binavkirin.[7]

Di sala 2024an de, piştî xirabûna tenduristiya Sphen, tîmê veterîneriyê yê akvaryûmê biryar da ku wî bi otanazî ji êşan xilas bike. Karmendên Zoo Magic anîn kêleka wî û pêngwîn, wekî ku şîn bikira, zirezir û stranan got û 45 pêngwînên din ên koloniyê jê re stranan gotin. Mirina Sphen, di 11 saliya xwe de, di 22ê tebaxê 2024an de hat ragihandin.

Sembola wekheviyê

biguhêre

Ji sala 2018an vir ve, her du pêngwîn bala navneteweyî kişandibûn û wekî sembola wekheviyê dihatin dîtin. Çîroka Sphen û Magic gelek îlham da kesên ku wekheviyê dixwazin. Her du pêngwîn di rêzefîlma Netflix "Atypical" de jî derketin ekranê û di pirtûk, belgefîlm û mufredata dewletê ya New South Wales de cih girtin.

Li ser rûpela akvaryûmê peyamek wiha hat bela kirin:

"Tu tenê pêngwînek bûyî, lê ji bo me hemûyan evîna te pir wêrek û bedew bû."

Di şîroveyeke din de wiha hat gotin:

"Te û hevjînê te Magic nîşanî cîhanê da ku evîna hevzayendan xwezayî ye û hevalbendên hevzayend jî dikarin bibin dêûbavên pirxweş."

Gava ku pêngwîn Magic didît ku Sphenê mirî bû, wî dest bi stranbêjiyê kiriye û tevaya koloniya pêngwînan tev lê bûye.[8]

Rêvebirê akvaryûmê Richard Dilly, destnîşan kir ku ew saya navûdengê pêngwînan karîbû peyamên li ser parastin, qirêjiya plastîk, guherîna avhewayê û parastina pêngwînan li xwezayê parve bike.[9]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Meet Australia's world famous gay penguins, Magic and Sphen". The Independent (bi îngilîzî). 24 kanûna paşîn 2019. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  2. ^ Bowles, Nellie (15 kanûna paşîn 2019). "The Gay Penguins of Australia". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  3. ^ "Sphen the penguin, one half of gay 'power couple', dies age 11". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 22 tebax 2024. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  4. ^ "Weltweite Fangemeinde: Schwuler Pinguin Sphen in Sydney gestorben". Der Spiegel (bi almanî). 22 tebax 2024. ISSN 2195-1349. Roja gihiştinê 22 tebax 2024.
  5. ^ Street, Maggie Hiufu Wong,Francesca (20 kanûna paşîn 2019). "Gender of penguin raised by same-sex parents revealed". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 23 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ "Gay penguin 'power couple' fostering second egg at Sydney aquarium". NBC News (bi îngilîzî). 6 çiriya paşîn 2019. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  7. ^ Press, Australian Associated (21 tebax 2024). "When globally famous gay penguin Sphen died in Sydney, his partner began to sing". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 23 tebax 2024.
  8. ^ "Penguins sing to mourn Sphen, one half of beloved gay couple". NBC News (bi îngilîzî). 22 tebax 2024. Roja gihiştinê 22 tebax 2024.
  9. ^ "Gay penguin Sphen dies in Australian aquarium – DW – 08/22/2024". dw.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 tebax 2024.