Hespê çemî, hespê avî

Bê-parastin (IUCN 2.3)virunganationalpark
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Mammalia
Kom: Artiodactyla
Famîle: Hippopotamidae
Cins: Hippopotamus
Linnaeus, 1758
Cure: H. amphibius
Navê zanistî yê latînî
Hippopotamus amphibius
Linnaeus, 1758[1]
Belavbûna hespê çemî.

Hespê çemî, hespê avî, hîpo, yan hîpopotamus (Hippopotamus amphibius), cureyek guhandarên bêmû û giyaxwer yên parzemîna Afrîqayê ne. Tenê du cureyên vê malbata jînewer hene ku bi awayê serbixwe dijîn û wek hespên avî -Hippopotamidae- têne hesibandin.

Belavbûn biguhêre

Hespên çemî li parzemîna Afrîqayê dijîn. Piştî fîlan û kergedenan, ev ajel sêyemîn ajelên guhandar yên hişkatiyê û bigirstirîn cureyên simdaran in. Ev ajel, nîv-avjî ne ku xwe di nava av û lîtira çeman de hênik dikin. Kêşa mêyên wan bi giştî 1300 kg û ya nêrên wan 1500 kg e. Hevcotbûn û zayîna wan di nava avê de pêk tê û şevan jî, ji bo çêrînê ji avê derdikevin û giya dixwin. Ev bi tenêtî diçerin û ajelên deverparêz in. Egerçi ajelên bigirs û pêkurt in lê leza wan 30 km li her demjimêrê ye û dikarin baş birevin û derbên xedar li dijminên xwe bidin. Ew dikarin tîmseh yan mirovên ku nêzî wan dibin, letûpar bikin.

Peyvnasî û navlêkirin biguhêre

Bêjeya Hippopotamus, ango hespê çemî ji zimanê yewnanî klasîk hatiye ku (ἵππος: hippos ango hesp û ποταμός potamós ango çem)[2][3].

Pêşangeh biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "ITIS on Hippopotamus amphibius". Integrated Taxonomic Information System. Roja gihiştinê 29 tîrmeh 2007.
  2. ^ "Hippopotamus". Merriam-Webster's Online Dictionary. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2007.
  3. ^ "Plural of hippopotamus". OED. Ji orîjînalê di 13 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2007.

Girêdanên derve biguhêre