Çiyayê Herekol (bi tirkî: Yazlıca Dağı) çiyayek ji çiyayên mezin ên Bakurê Kurdistanê ye. Herekol li herêma Bohtan yek ji zozanên herî bi nav û deng e. Zozanê Mîrê Bohtan bûye. Herekol niha di destê eşîra Garisan de ye[çavkanî hewce ye]. Tê gotin demek berê eşîra Garisan ji bo Mîrê Botan hin kesan kuştine û hatine kuştin jî. Şûnve Mîre Botan bang wan kiriye û gotiye hûn ji min çi bixwazin ez ê bidim we. Garisan jî ji Mîrê Botan Herokol xwestiye. Mîrê Bohtan daye wan. Ji bo wê di derheqê Herekol de dibêjin "Xwîna Mêra" ye[çavkanî hewce ye]. Herekol di dilê Garisan de gelek şîrîn e. Gelek cara ji bo Herekol şer kirine.

Çiyayê Herekol
Bilindayî          2838[çavkanî hewce ye] m
Cih Sêrt-Şirnex, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye
Zincîreçiya Toros
Koordînat 37°45′49″Bk 42°28′10″Rh / 37.76361°Bk 42.46944°Rh / 37.76361; 42.46944
Nexşeya cihan Tirkiye
Çiyayê Herekol li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Çiyayê Herekol
Çiyayê Herekol

Navên cihên Herekolê biguhêre

Zozanê Jor biguhêre

Zozanê Jêr biguhêre

Gotinên li ser Herekolê biguhêre

  • Herekol e / Têr şîr e / Têr panîr e.

Çavkanî biguhêre