Tolhildan (herêm)

(Ji Herêma Tolhildan hat beralîkirin)

Tolhildan yek ji binavkirinên bo herêmên Meletî, Dîlok, Îskenderûn, Gurgum, perên Deryaya Spî ye.

Bingeha peyva Tolhildanê biguhêre

Bingeha vê peyvê ne pirr kevn e. Di dawiya Împeratoriya Osmaniyan de, ji Îskenderûnê, bi ser Mersînê re berî bi Antalyayê ve di ber Deryaya Spî de pirranî kurd dijiyan. Wargeha eşîra sînemilî bû. Bi têkçûna osmaniyan di Şerê Cîhanî yê yekem ve Anatoliya û Kurdistan jî ji aliyê serkeftiyên şer (Brîtanya, Fransa, Îtalya hwd) ve hate parvekirin. Komkujiya ermeniyan pêk hat û ji wê komkujiyê Kurdên êzîdî jî para xwe girtin.

Di heman demê de serhildanên kurdên Deryaya Spî, wekî Serhildana Bozan Beg rûdidan û kurd têkoşîna Kurdistaneke serbixwe yan heger nebe federal didan. Komara nû ava bûbû, Komara Tirkiyê rasterast nedigot "Em mafê Kurdan qebûl nakin", lê bi hiştina ser demê, birêxistinkirina nakokiyên di nav kurdan û fêl-fûtan ve kurd dixapandin û hêdî hêdî ji perên Deryaya Spî dikirin der. Komkujiyeke ziravane li dijî eşîra sînemiliyan lidardixist û bi hezaran kesên bijarte ji wan dida tunekirin.

Serhildana Bozan Beg têkiliyeke baş û dostanê di navbera kurd û ermeniyan de diparast. Ji ber vê yekê dewletê jî antîpropagandaya wê dikir û digot "Bozan Beg dixwaze kurdan bike xiristiyan". Di eniya şerê çekdariyê de bi serhildêran nedikarî. Generalê tirk ê navdar, hevalê Atatürk Kazım Karabekir, bi soz dayîn û xapandinê serhildêrên kurdan radike hevûdu. Qereyilan bi sozê tirkan tê xapandin û hêzên xwe yên çekdarî radike ser Bozan Beg û wî dikuje. Di yek rojekê de tê gotin li Albistan, Bazarcix û ji perên Deryaya Spî ji kurdên ku alîkarî didan Bozan Beg 4.000 mêr tên dîl girtin û pirraniya wan hîç venagerin malê, tên windakirin. Bi darê zorê ji gund û warên xwe tên derxistin û tirk tên bicihkirin. Li ser vê komkujiyê têgotin ku ev gotin derketiye. Hin jî dibêjin ev gotin a Bozan Beg bi xwe bûye.

Eyaleta Tolhildanê biguhêre

PKKê beriya ku stratejiya xwe biguherîne ji bo Kurdistanê (bi taybetî bo Bakurê Kurdistanê) sazûmaniya federal a gorî eyaletan diparast. Di heman sîstemê de jî herêmên tê behskirin bi navê "Eyaleta Tolhildan " dihate binavkirin.

Çavkanî biguhêre