Helly Luv
Helly Luv[1], Hêlî Luv, Hêlî Lov an jî Hêlî Lev, stranbêj, stêra pop û aktoreke ciwan e ku bi eslê xwe kurd e. Navê wê yê rastî Hêlîn Ebdulla (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Helin Abdulla) ye û ew di 16ê çiriya paşîn a 1988an de li Ûrmiyê (Rojhilata Kurdistanê) hatiye dinyayê.
Helly Luv | |
---|---|
![]() Hêlî Luv (2014) | |
Navê rastî | Helin Abdulla |
Jidayikbûn | Hêlîn Ebdulla 16ê çiriya paşîn a 1988an |
Esil | Kurd |
Navê din | "Şakîraya Kurd"[çavkanî hewce ye], "Keça Şêr"[çavkanî hewce ye] |
Hevwelatî | ![]() |
Pîşe |
|
Salên çalak | 2009-didome |
Bejn | 174 m (570 ft 10+1⁄2 in) |
Dîn | Misilman |
Kariyera muzîkê | |
Cureyê muzîkê | |
Amûr | Vokal |
Etîketa qeydê |
|
Malper | www |
biguhêre![]() |
JiyanBiguhêre
Helly Luv di sala 1986an de li Ûrmiyê ji dayik dibe. Ew ji eslê xwe de xelkê Dihokê ye, lê di biçûketiyê de ji ber rewşe ne li bare ya Kurdistan Başûr ew dibine penaber li Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Ûrmiyê. Herwisa ew bi malbata xwe re du salan di 1990an diçine kampa Amedê li bakur û dibine penaber. Pêşî jî rû dikine welatê Fînlendayê weka koçber û regeznameya wî welatî wergirtî ye. Di sala 2006an de ew li gel xêzana xwe diçe Los Angeles, Kalîforniya û li wir dest bi karwanê xwe yê hunerî dike. Heya îro jî (2015), ew li wir dije. Di sala 2013an de ew bi strana xwe ya naskirî "Risk It All" navdarbû.
Klîpên wêBiguhêre
Klîpên wê yên wêrek li ser YouTube navdar in û di 2015an de strana wê yê bi navê "Revolution" derket. Di vê klîpê de destgiriya xwe dide şorişa kurdan û hêzên pêşmerge ku li dijî minafiqên daişê şer dikin. Ev klîp ji aliyê zêdeyî heşt milyon bîneran ve hat dîtin. "Revolution" bû nameyeke bi hêz bo rêxistina terorîst a Daiş.
Helly Luv rastî gefên kuştinê hat ji aliyê Daişê ve piştî wê klîpa bi wêrek li cadeyên Hewlerê û gundekî xirabe li nêzîkî Mûsilê wênekirî ku li wir pêşmerge şerê Daişê dikir[2].
Helly Luv û sînemaBiguhêre
Helly Luv di sala 2014an de bo cara pêşîn beşdarî fîlmekî Batin Qobadî ê bi navê Mardan bû.
SingleBiguhêre
FîlmografîBiguhêre
ÇavkanîBiguhêre
- ↑ Crowcroft, Orlando (20 sibat 2014). "Kurdish singer Helly Luv dismisses threats over music video". The Guardian. Roja wergirtinê: 12 tebax 2014.
- ↑ Rojnameya Evro, 1693, 30.07.2015
- ↑ "Risk It All by Helly Luv". itunes. iTunes. Roja wergirtinê: 9 sibat 2015.
- ↑ "Revolution". iTunes. iTunes. Roja wergirtinê: 25 gulan 2015.
- ↑ "Mardan". IMDB. Roja wergirtinê: 2 tîrmeh 2015.
Girêdanên derveBiguhêre
- Malpera fermî
- Kanala Fermî ya YouTuba Helly Luv
- Helly Luv li ser Facebookê
- Helly Luv li ser Instagramê
- Helly Luv li ser IMDbê