Helebce

Bajarek li Başûrê Kurdistanê
(Ji Hellebce hat beralîkirin)

Helebce (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Halabja), bajarekî Başûrê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê ye[1]. Helebce (bi kurdî: هەڵەبجە, Helebce) bajareke li Herêma Kurdistanê û paytexta Parêzgeha Helebcê ye, li başurê Kurdistanê ye (li iraqê 240 km (150 mi)) Bi bakurê rojhilata Bexdadê dikeve (Baghdad) û 14 km (9 mi) ji sînorê Îranê ye.

Helebce
ھەڵەبجە
Bajarê Helebceyê
Helebce li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Helebce
Helebce
Helebce (Iraq)
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Îraq
Parêzgeh Helebce
Demografî
Gelhe 95.175 (2012)
Erdnîgarî
Bilindayî 690
Koordînat 35°11′0″Bk 45°59′0″Rh / 35.18333°Bk 45.98333°Rh / 35.18333; 45.98333

Bajarê Helebce bi cihê ku wek Hewraman tê zanîn di sînore iraq û îranê da pêda pêda dirêj dibe. Helebce alîyê Bakurê rojhilat de bi Hawraman û Shnrwe ve hatîye dorbeç kirin, Balambo Rêzeçîya li başûr û Çemê Sîrwanê li rojava yê Helebce ye. Kurdên li bajarê Helebcê Piranî bi devoka Sorani ya kurdî diaxive, lê hinek gundên li derdorê bi zimanê Hewrami jî diaxive.

Dîroka Kevnar

biguhêre

Helebce xwedî dîrokek kevne. Kolîna herî nêz a arkeolojîk li Bakr Awa piştrast dike.Di gorisatnê de gorên gelek şexsîyetên dîrokî hene, wek Ahmed Muxtar Jaff, Tayar Beg Jaff and Adila Khanim. Di tebaxa 2009, li bajarê Ababile sê goristanên sedsala 17emîn hatibû dîtin.[2]

Hinek çavkanî pêşniyaz dike ku ev bajara, xwedî dîroka gelekî kevnare,bi gotina çavkanîyê ku ev bajara bi alî Osmanîan ve li der dora 1850î hatîye ava kirin. Lê, pêşketinên nûdem di dawîya sedsala 20emîn de destpê kirîye. Yekemîn Postexane 1924 de hatîye vekirin û yekemîn dibistan di salên pêy da vebûye. Firoşgehên Qaysari Paşa û Hamid Beg di sala 1932 de hatîye ava kirin. Elektrîk, negihîştîbû bajêr hetanî 1940.[3]

Di destpêka sedsala 20emîn de, gelek Leşkerên Birîtanî li bajarên Helebcê bûn. Dema Yekemîn Şera Cîhanî de, Adela xanim jiyana gelek leşkerên Birîtanî parastîbû, Birîtanîya wek navê Khan Bahadur bi rûmet qala wê dikirin, Keçmîra Cesûr. Ew bi ava kirina zindanên nû jî berpisyar bû, bi cih kirina dadgehên Edaletê, kû ew serokê yekemîne û firoşgehên nû ava kirîye.[4]

Di demaKomkujîya Enfal a dewleta iraqê de, di dema Adar 1987 û Gulan 1989, Di Gulan a 1987 de ji bo hemberîdana Pêşmerga, Kanî Ashqan û Mordana bi temamî hatibû jêbirin .[5] Lê Helebce gelekî zorkêş di dema kampanya Enfalê de dît, Saddam Hussein bi awayekî dijwar dixwest Şoreşa Kurdan biqedîne.

Erdnîgarî

biguhêre

Komkujiya Helebceyê

biguhêre
  Gotara bingehîn: Komkujiya Helebceyê

Di 16'ê Adara 1988'an de balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandin ser bajarê Helebce. Di nava çend saetan de li Helebce û derdora wê bi hezaran kurd mirin û bi 10 hezaran kurd jî seqet man.

Êrîşa Kîmyayî

biguhêre
  Gotara bingehîn: Halabja poison gas attack

Gerîlayên Kurd peshmerga, bi sedema piştgirtina îranê (Iran, ایران) di dawîye şera Iraq-îran ê de hatibû girtin. Şera Iraq-îran. di seat 11:00 AM, di Adara 16, 1988, piştî du rojan bajar hatibû topbaran kirin, Balafiirên Iraqê Bombeyên Kîmyewî li ser bajêr da barandin.[6][7] Bajar û derdora bajêr bi bombeyan tuşbûyina erîşan hatibû, Agirê Topan û çekên kîmyewî dihate barandin, li dawîyê hate piştrast kirin kû ev wêrankirine herî mezin bû. Bi kêmanî 5,000 kesan Jiyana xwe ji dest da û di encama êrîşa kîmyayî de bi texmîn 7,000 kes jî birîndar bûn anjî kêşa nexweşîyên dirêj lê qewimî.[8]Gelek qurbanê li Bajarê Helebcê Kurd bûn.[9]

biguhêre

Havîn germ derbas dibin. Zivistan jî şilî û xweş derbas dibe.

Kurdistana xweserî

biguhêre

Li çîyan hetanî Rojhilatê Helebce, hinek Çekdarên Islamist, Ansar al-Islam, deverek biçûk di 2000–2003 dagir kiribûn. Peşmergeyên Peshmerge yên ji PUK-Partîya Yekitîya Kurdistan, bi alîkarîya Emerîka ve, di destpêka 2003 de erîş birin ser heremê. Bajar weke navenda ola îslamê ma, lê. ji ber kû Kurdan di 1991 de hinek xweserî li Kurdistanê qezenc kirin, Helebce jî di nav de, bajarekî Nû hate ava kirin ku piştre gelek penaberên kurd li wir hatin bi cih kirin. Bajarê Nû wek bi navê Halabja Taza (anjî Helebca nû) îro der dora 9,000 malbat lê dijîn.[10]

Herema Kurdistanê, hinekî hewl dan kû cardin bajêr ava bikin. piştî 2003 cardin avakirina hinek malan destpê kir û rêçek ji bo Helbece pêraxistin. Monûmnetek jî ji bo bîranîna kesên tuşbûyina erîşa kîmyayî hatibû hate ava kirin. Lê, Kesên li Helebce dijî ji bo kêmasîya xizmeta hêsan gazinde dikirin.[11]

Di 2006 an da salvegera êrîşa gazê de, Li Helebce xwepêşndanek hilweşîya. Li der dora 7000 kesan li dijî cardin avakirinê protesto kirin ji bo pêşanîyên bi nû ve ava kirinê, digotin rayedar pirsgrêkên rast Yên pêşanîyên nabîne. Rê hatin girtin û agir bi monentûmê xistin. Polîsan gule berdan xwepêşandana û zarokekî 14 salî hate kuştin û gelek kes jî birîndar bû.[12]

Dema Nûjen

biguhêre

Di 2008 de, Bernam hatin ragihandin kû wê ji bô Helebcê Balafirgehekê ava bike.[13]

12 2017 di seat 21:18 Çileya paşî de Erdhêjek rû da, Erdhej 32 kilometres (20 mi) li başûr-Başurêrojava yê helebce.[14]

Çavkanî

biguhêre
Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. ^ Dr Abdulla Ghafor (2001). Index of Kurdistan Villages. Vol. 2. (Index of villages in Southern Kurdistan in the Iraqi Population Census 1957). Stockholm.
  2. ^ "Ancient tombs found in Halabja". AK News. 9 tebax 2008. Ji orîjînalê di 21 tebax 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 îlon 2009.
  3. ^ "History of Halabja". PUK media. 16 adar 2009. Ji orîjînalê di 3 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 îlon 2009.
  4. ^ "Adela Khanum – Princess of the Brave". Kurdistan's Women. 4 nîsan 2008. Roja gihiştinê 7 îlon 2009.
  5. ^ Committee, Human Rights Watch Middle East Watch; Staff, Middle East Watch; Black, George; Watch (Organization), Middle East (1993). Genocide in Iraq: The Anfal Campaign Against the Kurds (bi îngilîzî). Human Rights Watch. r. 103. ISBN 9781564321084.
  6. ^ "Remembering Victims of Genocide: The Chemical Attack on Halabja 1988". Rudaw.
  7. ^ "1988: Bi hezaran kes dimirin bi Êrîşa Kîmyayî ve". BBC News. 16 adar 1988. Roja gihiştinê 4 gulan 2010.
  8. ^ Osman, Hiwa (17 adar 2002). "Iraqi Kurds recall chemical attack". BBC News. Roja gihiştinê 5 tebax 2006.
  9. ^ "Whatever Happened To The Iraqi Kurds?". Human Rights Watch. 11 adar 1991.
  10. ^ Dagher, Sam. Uprooted for Decades, Iraqi Kurds Long for Home. Halabja Taza Journal. NY Times, 3 September 2009
  11. ^ "Mohammad, Susan. Revisiting the horror of Halabja. The Ottawa Citizen, 22 October 2007". canada.com. Ji orîjînalê di 12 nîsan 2009 de hat arşîvkirin.
  12. ^ "BBC NEWS – Middle East – Kurdish clash at Halabja memorial". bbc.co.uk.
  13. ^ "International Airport to be built in Halabja town (K Sat)". Independent Kurdistan Journalism. 16 tîrmeh 2008. Roja gihiştinê 7 îlon 2009.
  14. ^ "M 7.3 - 30km SW of Halabjah, Iraq". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2017.

Girêdanên derve

biguhêre