Helawa guvişk, helawa girik a Semsûrê, cure helaweke pêjgeha kurd e. Li parêzgeha Semsûrê di şîna miriyan de belav dikin. Girikên wê biçûk an mezin tên amadekirin. Didin ser nan an patîleyê yan wekî çopê (balol) dixwin.

Bertevî (melzemeyê tevlîkirinê) biguhêre

  • 1 SA (stekana-qedeha avê) kakilê gûzê
  • 2 SA ard (arvan)
  • 1/2 SA rûnê malê (bêxwê)
  • 1 SA dims (mot)
  • 1/2 SA av
  • 1/2 SA kuncî

Ravek (terîfe) biguhêre

Nîvê rûnê xwe bihelînin, kunciyan û ardê berdin navê. Hinekê zerayî pê ket valakin nava tepsiyeke çînko ya misê (paxir).

Di rûnbirêşkeke kûr an quşxaneyê de, dims, av (1/2 SA) û nîva din a rûn tevlîhev bikin. Kelekê pê bînin û ji ser agir daynin. Viya hêdî hêdî û bi tevdanê berdin nava ardê qelandî.

Kakilê gûzê hûr bikin an bipişirînin wê jî berdin navê. Heger destên we naşewite bi destan bistrên û girikan amade bikin. Hûn dikarin bêî û girikan çêbikin jî, di tepsiyê de bipelixînin û wekî kiloran bi kêrê bifeliqînin.