Posterek ji bo piştgirîkirina serbestberdana Hebîb
"Hebîbê Azad"

Hebîbullah Letîfî (bi tîpguhêziya ji farisî: Habibollah Latifi) li Zanîngeha Azad [1] xwendekarê dadê ye û çalakvanekî kurd e ku ji aliyê Dadgeha Şoreşa Îslamî ve cezayê dardekirinê lê hatiye birrîn. Sedema tawanbarkirina wî qaşo şerkirina li dijî Xwedê ye. Tê îddakirin ku Hebîb endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ye û bi vê rêxistinê tevlî tundûtîjiyê bûye [2]. Lê Hebîb van îddayan qebûl nake.

Hebîb di kewçêra 2007′an de hate girtin û di 2008′an de cezayê mirinê, di rûniştineke tenê çend deqîqeyan domkir de, hat birrîn. Piştî vê biryarê çar mehan îşkence lê hat kirin.[3] û di 2009′an de cezayê darvekirinê hat pejirandin [2] Parêzerê Hebîb di 22′ê berfanbara 2010'an de daxuyand ku Hebîb wê yekşemê‚ di 26'ê berfanbara 2010'an de‚ li zîndana Sineyê were dardekirin.[3] Parêzer ji dadger Sadiq Larîcanî ji bo bêhtir lêpirsînê bikin daxwazî kir.[4] Sibeha yekşemê Hebîb bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî.[5]

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji Îranê bo rawestandina cezaya darvekirinê daxwazî kir. Rêxistinê da zanîn ku dadgehkirina Hebîb di bin rewşên ne zagonî‚ li pişt deriyên girtî‚ pêk hatiye.[2] Rêveberê şaxa Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Malcolm Smart weke ″Li ber çavan e ku Hebîbullah Letîfî ne li gorî standardên navneteweyî‚ bi awayê ne dadmendî‚ hatiye darizandin ku mîna biryara nefretbar tê xuyakirin″ daxuyanî da.[6]

Parêzerê Hebîb di derbarên îddayan de ji bo dadgehê daxuyand ku‚ di dema bûyerên Hebîb pê tê tawanbarkirin de ew ne li Sineyê bû.[3] Xwîşka Hebîb dibêje: ″Ez ji hemû rêxistinên Mafên Mirovan ji bo alîkariyê daxwaziyê dikim. Lê hîn jî ez difikirim ku divê çareserî ji hundirê welat bê dîtin.″ Hebîb ″xwendekarekî ciwan e ku ji xwezayê û çiyayên welat hez dike″.[7]

Girêdanên têkilîdarBiguherîne

  1. Kathryn Tancos (25 December 2010). "Rights groups plead for clemency ahead of execution in Iran". CNN. Retrieved 25 December 2010.
  2. a b c "Amnesty International urges Iran to stop Kurd execution". BBC News. 25 December 2010. Retrieved 25 December 2010.
  3. a b c "We only have one day to save my brother's life". Payvand Iran News. December 25, 2010. Retrieved 25 December 2010.
  4. "Iran: la justice suspend la pendaison d'un militant kurde". Le Parisien. 26 December 2010. Retrieved 26 December 2010.
  5. Hiedeh Farmani (26 December 2010). "Iran halts execution of Kurdish student: lawyer". AFP. Archived from the original on 24 January 2013. Retrieved 26 December 2010.
  6. Saeed Kamali Dehghan (25 December 2010). "Iran poised to execute student accused of being Kurd terrorist". The Guardian. Retrieved 25 December 2010.
  7. Roya Boroumand (25 December 2010). "Iran uses the holidays to announce the imminent execution of a student". The Huffington Post. Retrieved 25 December 2010.