Hanûka (bi îbranî: חֲנֻכָּה‎) an cejna ronahiyê cejneke cihû ye ku ji nû ve vejandina Orşelîmê û vekirina Perestgeha Duyem bi bîr tîne. Pîrozbahî digihêje heya serhildana Makabiyan ya ku li dijî Împeratoriya Seleukî di sedsala 2an b.z. de pêk hatibû.[1]

Hanûka
חֲנֻכָּה‎ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cejna cihû
Mawe8 roj Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mijara serekeMaccabean Revolt Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hanûka heşt şev û rojan diajo û li gorî salnameya îbranî di 25ê Kislevê de dest pê dike. Li gorî salnameya gregorî di navbera dawiya çiriya paşîn û dawiya kanûna paşîn de tê pîrozkirin. Festîval bi pêxistina mûmên li ser mûmdankekê tê pîroz kirin, ku bi gelemperî jê re menora an hanukkiya tê gotin. Menora ji neh şaxan pêk tê û li ser her yekê mûmek tê danîn. Şaxa navendî bi gelemperî ji yên din bilindtir an xwartir e û mûma wê ji bo ronîkirina heşt mûmên din tê bikaranîn. Ji vê mûmê re şemaş (bi îbranî: שַׁמָּשׁ‎ "beşdar") tê gotin. Her şev mûmeke din bi alîkariya şemaşê tê pêxistin heya ku di şeva dawî ya cejnê de agirê her heşt mûman bi hev re dişewitin.[2] Ji bo pîrozbahiyê stranên Hanûka tên xwendin, lîstika dreidel tê lîstin û xwarinên latkes û sufganiyot têne amadekirin. Ji salên 1970î vir ve, tevgera navneteweyî ya Cabad Haşdî li gelek welatan menorayeke mezin li cîhên giştî ronî dikin.

Hanûka di eslê xwe de wekî cejneke bi awayê Sukkot hatiye sazkirin, lewma ew di warê olî de betlaneyeke piçûktir e. Lêbelê, Hanûka li DYAyê û deverên din, nemaze di nav cihûyên laîk de, gihîştiye girîngiyekê, ji ber ku pir caran di demsala betlaneyê de dikeve ser cejna Noelê.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ The King James Bible.
  2. ^ "How to Light the Menorah - How-To - Chanukah - Hanukkah". web.archive.org. 5 hezîran 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 hezîran 2017. Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ Moyer, Justin (22 kanûna pêşîn 2011). "The Christmas effect: How Hanukkah became a big holiday". Washington Post (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2022.