Hamilcar Barca

Fermandarê Kartacayî

Hamilcar Barca fermandarekî navdar ê kartacayiyan bû. Heman demê de bavê Hannibal bû. Nêzîkê 285 b.z. û dîsa nêzîkê 228 b.z. jiyaye. Şerê Pûnîk ê yekem de generaliya kartaciyayan ew kir, paşê li milê başûrê Îberyayê welatê xwe fireh kir. Çaxê wî de Kartaca ji hêza xwe ya behrî kire hêzên bejayî.[1]

Hamilcar Barca
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Çemê Júcar-Xúquer (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
𐤇𐤌𐤋𐤒𐤓𐤕 𐤁𐤓𐤒Langue langue non reconnue : xpuLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Ancient Carthage (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Allégeance
Ancient Carthage (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Malbat
Berqî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Hannibal
Third daughter of Hamilcar Barca (d)
Eldest daughter of Hamilcar Barca (d)
Mago (en)
Hasdrubal (en)
Middle daughter of Hamilcar Barca (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Artêş
Military of ancient Carthage (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şerê tevlêbûyî
First Punic War (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
lewheya yadîgar

Binemalî û nav biguhêre

Navê wî ya Hamilcar ji xwedawenda fenîkî Melqartê dihat, wateya Hamilcarê xulamê Melqartê bû. Wateya Barcayê jî ji zimanê fenîkî de dihat wateya birûskê, tê texmînkirin ku ew nav ji bo taktîkên wî yên lezûbez dihat. Ew endamê klana Berqî bû. Di kurên wî yên din jî dîsa fermandarê kartacayiyan ku şerê Pûnîk ê yekem bûn. Navê wan jî Hasdrubal Barca û Hasdrubal Gisco bû.[1]

Şerê Pûnîk ê yekem biguhêre

 Gotara bingehîn: Şerê Pûnîk ê yekem

Ew 15 sal bû hêj jî şer berdewam dikir. Kartaca li Afrîkayê artêşeke Romayê xistibû, lê hêj jî Roma dikariya li gorî kêfa xwe fîloyên wan ên deryayî biguhezîne. Sîcîlya qada şer a sereke bû lê hîna ji bo her du aliyan serkeftinek ji dest ne xistî bû. Dûv re Hamilcar Barca ya pêşeng derket pêş. Wî li şûna Carthalo, yê ku bi tevahî neserketî bû, wekî fermandarê fîloya Kartacayî cîh girt. Ew bi wê awayê cihê Carthaloyê girt û derket paş.

Hamilcar pêşî di sala 247 BZ de êrîşî peravên Îtalyayê yên li Bruttium kir. Dûv re daket Sîsîlyayê . Vê pozîsyonê hişt ku Hamilcar bingehek çiyayî bigire û li wir taktîka wê ya gerîllayî dewam kir. Erîşên xwe yên li ser axa Îtalyayê bi wî şiklê serkeftinên hûr û gir ji dest xist. Hem hin garnîzonên Kartacayê ku Sîsîlyayê ma bû diparast hem jî êrîşan pêk di aniya. Di nav generalên Kartacayî de navê wê meşiya. Lê zêde tişt jî ji destê wî ne di hat hejmara leşkerên wî kêm bû. Ew rewş di demekî din jî dewam kir lê bz. 10ê adarê 241 da hêzên Romayî ku rêveberiya Hanno de hat û li hemberê komkeştiyên Kartacayî ser ket. Kartacayî neçar man ku aşitiyekî ji Romayiyan re kir.[1]

Şerê Xedar biguhêre

 Gotara bingehîn: Şerê Xedar

Di encamê Şerê Pûnîk ê yekem de Kartacayî tenê Sîsîlyayê winda nekirin, Romayî xeracên mezin jî ji wan dixwast. Leşkerên Kartacayî ji ber rewşa aboriya xirab serî hildan. Pê re şer derket, ev şer Şerê Lejyoneran an go Şerê Xedar hat binavkirin. Hin bajarên Lîbyayê jî ji bo serxwebûna xwe serî rakirin. Hanno jî alîkarî da wan. Heya Hamilcar ji Sîsîlyayê zivirî Kartaca ji aliyê neyaran hatibû dorpêçkirin. Hamilcar hat giha Kartacayê ji dorpêçê filitand û li nêzîkî Çemê Bagradasê artêşeke bi rêvebiriya Spendiusê têk bir. Keça xwe jî ji bo zewacê da mîrzadeya Numidianê Naravasê bûn hevalbendê hev. Vêga 12 hezar leşker beşdarî hêzê wî bû û bû xwediyê 70 fîlê. Lê hin derên din şer ji bo Kartacayê baş nediçû. Li Sardînyayê jî serhildanêk dest pê kir bû. Êdî Hamilcarê de rehm ne mabû , şerekî xedar didomand. Xedariya wê herê dijwar ew bu ku mirovan bin lingê fîlan diperçiqand. Dawiya şer de serhilderên Afrîkayî ji xedariya Hamilcarê dît û Hamilcar li Kartacayê bû hezdarê herî mezin.

Hamilcar li Îberyayê biguhêre

Piştê bûyerên nav xwe de Kartaca dîsa hat ser hemdê xwe, çav berda Deryaya Navîn. Giravên xwe yên stratejîk û keyaniyê re bibû çavkanî hemû winda kiribûn. Ji ber wê axakî cîranê deryaya navîn û dive di awayê aborî de dewlemend bihata dîtin. Ji bo wan wan alternatîfa herî kêrhatî Îberya bû. Ji xwe hin koloniyên Fenîkeyiyan li wir hebû.

Hamilcar Barca di sala 237 BZ de hate şandin da ku axa Karthaginian berfireh bike, ku wî kir, bingeha xwe li Gades (Cadiz) ava kir û bajarekî nû yê Acra Leuce ava kir. Hêzên wî payêdarên xwe yên eslî, siwariyên Nûmîdî û filan pêk dihat.Hamilcar bi tevlêbûna teror û dîplomasiyê bi awayekî hovane kontrola xwe li ser başûrê Îberyayê berfireh kir.

Romayî fikrên Barcayê ketne gumanan. Lê Hamilcar dilê wan rehet kir, Heger baca xwe bixwistana divê Hamilcar jî hinek talan bikira. Romayî baweriya xwe ji Hamilcarê anîn.

Kartacayiyan di her rewşê de, kampanyaya li Îberyayê berdewam kir. Piştî dorpêçkirina Helîceyê û xiyaneta hevalbendên herêmî, Hamilcar di zivistana 229/228 BZ de dema ku çem derbas dibû, paşde vekişiya û xeniqî. Paşê Hasdrubal Fair fermandariya artêşa Kartacayî girt. Dema ku di sala 221 BZ de Hannibal hat şûna wî.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c d Cartwright, Mark. "Hamilcar Barca". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 sibat 2023.