Hemdîdyê Ulukaya[çavkanî hewce ye]bi tirkî Hamdi Ulukaya (z. 26ê Çiriya pêşîn 1972) karwerekê kurd e ko niha akinciyê Welatên Yekbûyî yên Amrîkayê ye. Ew xwedî, damezirîner û rêveberê giştî yê kompanyaya Chobani, firoşindeya jimare yek ya mastê dawerandî li Amerîkayê ye. Ulukaya li sala 1994ê ji bo xwandina zimanê îngilîzî çû Amrîkayê. Li ser şîreta babê xwe, wî li sala 2002ê karxaneyeka biçûk ya penîrê spî damezirand. Lê serkevtina wî ya mezin wê demê ko wî li sala 2005ê karxaneyeka li ber girtinê li Wîlayeta Nû Yorkê kirrî. Bê hebûna serbihur anko tecrîbeyeka mastvegirtinê, wî emperatorîyeka mastî ava kir ko li çend wîlayetên Amerîkayê karxaneyên wê hene. Tenê 5 salan piştî damezirandinê, firotina salane ya kompanyiyê ji yek milyar dolarên amerîkayî zêdetir bû û li sala 2011ê bû firoşindeya jimare yek ya mastî li wî welatî. Nehema ev, Ernst & Youngê Ulukaya wekî karwerê Cîhanî yê sala 2013ê danîyasîn. Bi serkevtina karwerîya xwe ew niha yek ji milyarderên cîhanê ye û li goreyê Forbesê sermayeya wî ya safî li sala 2016ê nêzîkî 2 milyar dolarên amerîkayî ye.

Hamdi Ulukaya
Jidayikbûn26 çiriya pêşîn 1972 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
Hevjîn
  • Louise Vongerichten Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Global Citizen Awards (2018) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Giredanê dervê biguhêre