Milyarder kesek e ku sermayeya wî ya safî bi diravê welatekî ji welatên cîhanê ji yek milyaran derbas bibe. Di pênaseya peyvê de diravê her welatekî dikare hebe, lê bi awayekê giştî dema dihê gotin ku kesek milyarder e, ramana wê ew e ku sermayeya safî ya wî kesî bi dolarên amerîkayî ji milyar dolaran derbas bûye.[çavkanî hewce ye] Kovara amerîkî ya Forbesê her sal lîsteyeke milyarderên cîhanê belav dike.

Çavkanî biguhêre