Chobani navekê bazirganî yê tomarkirî yê kompanyayeka Emrîkayî ya mastê dawerandî ye. Xudanê kompanyayê û damezirîner û rêveberê wê yê giştî, Kemdîyê Ulukaya Kurdekê Bakurê Kurdistanê ye. Hemdî li sala 2005ê bi kirrîna karxaneyeka ko li ber girtinê bû li bajarê Berlîna Nû li Wîlayeta Nû Yorkê li Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê ew kompanya damezirand.

Chobanîyê niha zêdetir ji 2000 karmendan hene û firoşindeya jimare yek ya mastê Yewnanî li Emrîkayê ye.

Dîrok biguhêre

Hemdîyê Ulukaya li destpêkê karxaneyek ji Kraft Foodsa ko li ber girtinê bû kirrî. Wî gelek ji karkerên wê karxaneyê hiştin û hostayekê mastvegirtinê jî îna û li sala 2007ê navê mastê xwe kir Chobanî. Ev nav ji navê Çobanî yê tirkî hatiye, ko di koka xwe ji peyva farisî ya Çûpan (چوپان) bi ramana şivan hatiye.[çavkanî hewce ye]

Chobanî li sala 2012ê bû piştevana fermî ya Tîma Olempîka Emrîkayê.

Li meha Kanîna Pêşîn a sala 2012ê Chobanîyê mezintirîn karxaneya mastvegirtinê ya cîhanê li Twîn Falê li wîlayeta Idahoyê vekir. Bihayê wê karxaneya yek-milyon pêyên çargoşe 450 milyon Dolarên Emrîkayî bû û 300 kes lê dixebitîn. Seydayê Ulukayayî got, "Ew li bendê ne ko bandora aborî ya bazirganî ya wan ji bo wîlayetê dê dora yek milyon û sêsed hezar dolaran be." Li sala 2013ê wê karxaneyê xelatê DBIA Design-Build Project-ê û xelatê Food Plant-ê ji kovara Endazyarîya Xwarinê (Food Engineering Magazine)wergirtin.

Li meha Nîsana 2016ê Chobaniyê ragehand ko dê 10% ji pişkên xwedîtiyê yên karxaneyê bi karkerên xwe bide. Bi danana jimareya karmendên wê kompanyayê li ber çavan (2000), dê bi awayekê navincî pişka her karmendekî dora 150,000 dolarên Emrîkayî bin. Hindek ji karmendan her di gavê da dê ji ber vê birryarê bibin Milyoner.