Half-Life
Half-Life lîskeke komputerê ye, ku ji Valve Software ve hatiye pêşdebirin û ji Sierra Studios ve hatiye derxistin. Ev lîstik ku li 19ê çiriya paşîn a 1998 derketîye, bi versîyoneke pir guhartî ya motora Quake dixebite. Ji dema derketina wî pêde, 8 mîlyon bêtir kopiyên Half-Life hatine firotin. Wirde ev di dîrokê de first-person shooter a herî firotî ye. Lîstik jî ji PlayStation 2 re li 15ê çiriya paşîn a 2001 hatiye derxistin.
Half-Life
| |
---|---|
Logoya Half-Life | |
Welat | |
Ziman | |
Senaryonivîs | |
Awazçêker | |
Dema weşandinê | 19 çiriya paşîn 1998, 11 çiriya paşîn 2001, 14 sibat 2013 |
Weşanxane | |
Şêwe | First-person shooter û science fiction video game |
Karekterên wê |
|
Dewra çîrokê | |
Cihê çîrokê | |
Gerdûna honakî | |
Jê çêbûyî | |
Malper | half-life |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di Half-Lifeê de, lîstikvan rola Dr. Gordon Freeman dileyîzin. Ew fîzîkzanekî teoriyê (theoretical physicist) ye, û di destpêka lîstikê de divê ew ji karxaneke derkeve, ku ji alîen û leşker ve hatîye dagerkirin. Ev lîstik bû yê herî pêşîn ku têde çîrokeke zîndî hebû, bê ku sînematîk tên bikaranîn. Half-Life 50 bêtir xelatên 'Lîstika Salê' birin, û ji PC Gamer ve 'Lîstika PC ya herî baş di dîrokê de' jê re li çiriya paşîn a 1999, çiriya pêşîn a 2001 û nîsana 2005 hatiye gotin.
Di salên paşê derketina wê de, Half-Life bandurî pêşdebirina lîstikên first-person shooter pir kirîye, û jê re dayim tê gotin ku di curê xwe de ev lîstik mîna şoreşekê bûye.
Serfiraziya Half-Life ji boy salan domand bi lîstikên mîna 'Half-Life: Opposing Force', 'Half-Life: Blue Shift', û modên mîna 'Counter-Strike', 'Team Fortress Classic', 'Deathmatch Classic', 'Ricochet' û 'Day of Defeat', û bi doma wî 'Half-Life 2 jî. Ji Half-Life û dom û lîstikên pê ve girêdayî, mîna Counter-Strike an Day of Defeat, bi temamî 15 mîlyon bêtir lîstik hatine firotin.
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- Li Wikimedia Commons medyayên di warê Half-Life de hene
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |