Hîz
Hîz (bi farisiya kevn *izya-ka- tê wateya "bizin") ji eyarê mih û bizinan e. Heşt rojan dixin gemarê, paşê paqij dikin, diqulibînin heta tanî heft rojan, vajî dikin tanî nerm dimîne.
Rûn û dimsê lê dikin û rast dikin (seyandina eyar bi dimsê nahêle ku rûn tûj bibe).
Cihê dirûtin jê re gerek be didirûn û rûn, dimsê û hingiv tê de dihilînin.