Farisiya kevn an farsiya kevnar an jî Exmînî, zimanê farisiya bastane ku di serdema Hexamenişiyan de heta têk çûna Silsileya Silûkiyan di Îranê de Farisan pê diaxivtin û ketîbeyên xwe pê dinivîsîn. Belge ya herî girîng ji vê Farisiyê Ketêbeya Daryûş ya di Bêstûnê ye ku bi sê zimanê Îlamî, Akadî û Farisî nivîsiye. Daryûşi li ser wan keviran behs a pîrozî û serkeftina xwe ya li hemberî dijmin dike û laveyan ji Ahûra Mezda dike û dibêje: "Xwedayo tu vî welatî ji derew, nepakî, nexweşî û nerastiyê biparêze." Ev çend mînak in ji şûn û warên zimanê parsiya kevin ku li ser çiyayê Bêstûn hatine kolan.

"Dareyewe ûş xişayetiye wezerke xişayetiye xişayetiya nam xişayetiye de hîw nam hiştaspehiya putir hexamenişiyahî emem teçerem ekewnûş." Wate: Daryûş şahê mezin, şahê şahan, şahê welatan, kurê Guştaspî Hexamenişî ku ev koşk û qesr çêkirin[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Dîroka Zimanê Farsî Dr. EbolQasimî.