Hîdroelektrîk, cureyekê wizeyê ye ku bingeha xwe ji tevgera avê digire. Ji bo çêbûna wê, li ser çemekî bendavek tê çêkirin. Wexta ku av tê serbestberdan, pestoya mezin ya di paşiya bendavê de, avê ber bi boriya ku tê de turbîn heye, tehm dide. Ev jî dibe sedema zivirandina turbînê ku jeneratorê diçerixîne. Bi vî awayî jî jenerator enerjiya tevgerê diguherîne enerjiya elektrîkê.

Bendava Derbendîxanê
Enerjiya ava ku ji diyar dikeve, bi salane ji aliyê mirovan ve tê bikaranîn. [1]

Ev azîneya enerjiya tênûkirin, nêzîkî çaryeka elektrîka cîhanê pêk tîne. Ew ji makîneyên hilmî kêmtir qirêjî derdixe holê. Cihine wekî Norwêc û Quebec, piraniya elektrîkên xwe bi vî awayî hildiberînin.

Santralên Hîdroelektrîkî biguhêre

Di vê tabloyê de 4 santralên herî mezin yên cîhanê hene.

Paye Santral Welat Cih Zerengî (MW)
1. Bendava Sê Geliyê  Çîn 30°49′15″N 111°00′08″E 22,500
2. Bendava Itaipuyê Brezîl, Paraguay 25°24′31″S 54°35′21″W 14,000
3. Bendava Xiluoduyê Çîn 28°15′35″N 103°38′58″E 13,860
4. Bendava Guriyê  Venezuela 07°45′59″N 62°59′57″W 10,200

Pêşvetiyên hîdroelektrîkê biguhêre

Riya hilberandina enerjiyê ya hîdroelektrîkê qasî şewatên fosîl yên wekî neft û rejî ziyan nagihînin xwezayê. Digel vê yekê, ew pir hêzdar û ewledar e û ew qirêjî pêk nayne.

Hîdroelektrîk bi awayekî bilez kare çêbibe. Ev jî wê di demên ku daxwaza elektrîkê zêde ne, dike kêrdar. Ava ku li hundirê rezervuarekê  tê depokirin, wexta ku hewcedarî pê tê dîtin, kare bê serbestberdan. Bi vî awayî enerjî bi lez kare bê hilberandin. Yê din jî, ew li gorî enerjiyên tênûkirin ên wekî enerjiya bayê û rojê pêşvetî ye. Di heman katî de jî wexta ku dabîna avê rind be, enerjiya hîdroelektrîkê dibe enerjiya bêkutayî.

Dezavantajên hîdroelektrîkê biguhêre

Çêkirina bendavên mezin yên ku avê di xwe de dihewînin, karin zerar bigihînin hawirdorê. Li herêma ku bendav tê çêkirin, ekosîstema wê derê xerab dike û zeviyên ku ji bo çandinî kêrhatî ne jî, di bin avê de dihêle.  Bendava Sê Geliyê ya li Çînê, projeya hîdroelektrîkê ya herî mezin a cîhanê ye. Qada ku bendav dihatin çêkirin, nêzîkî 1.2 milyon însan li wê qadê dijîbûn û beriya çêkirina bendavê ew însanan ji cihê xwe bûn. Ji aliyê din ve jî, zanyar radigihînin ku dîwêra bendavê biteqe, dê gelek şahar, navçe û herêm di bin avê de bimîne û zerareke mezin çêbibe.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Earth Science. Holt, Rinehart and Winston. 2001. r. 211. ISBN 0-03-055667-8. {{cite book}}: Di çavkaniyê de parametreya nenas: |coauthors= (alîkarî)