Hêyavka artîşokê, cureyeke xwarina pêjgeha kurd e. Ji artîşokê re neynoka bûkê jî dibêjin.

Ji hêyavkê re herwiha tirşik jî dibêjin lê ev ne rast e, tirşik tenê navê cureyekê hêyavkê ye. Hêyavk di wateya xwarinên quşxaneyê yên biav û pirranî ji zebzeyan in de ye.

Berkeliya vê xwarinê ya sereke artîşok e, bêî wê ev xwarin nabe. Terîfeya han ji aşpêjxaneyên Dîlokê ye, varyantên wê yên din jî hene.

Berkelî biguhêre

Çêkirin biguhêre

Artîşokên xwe bişon, hinekê di nava ava bi lîmonê de bihêlin. Gizêra xwe pakij bikin, bişon, hinekê bixaşînin, tîke bikin (awayê kûbîkî). Wan tevlî şoqilan (baqilê xatûnî) bikin.

Kixseyên xwe hûr bikin, artîşokan ji nava ava lîmonê derînin, bikin quşxaneyeke fireh. Kixseyek, gizêr û şoqilan têkin nava wan. Herwiha bo her artîşokek hinekê şekir. Xwêya xwe jî pê werbikin.

Rûnê zeytê, ava lîmonekê bi ser artîşokên xwe de bikin, berdin quşxaneyê. Stekanek ava xwe jî bikin ser û bidin ser agir. Di germiyeke normal de bi qasî 20-30 deqeyan bikelînin.

Xwarina xwe sar bikin, li binikan parve bikin, bi hêlizan bixemilînin. Êdî dikarin bên ser destexaneyê.