Grup Seyran, komek muzîka gelêrî ya kurdî ye ku li Bakurê Kurdistanê hatiye damezrandin.

Grup Seyran di sala 2003an de li navçeya Bazarcixê ya Bakurê Kurdistanê hatiye damezrandin. Piştre endamên komê ji Bakurê Kurdistanê derketin û li Almanyayê xebatên xwe domandin.

Yek ji endamên komê Ferdi Tomar ji Bazarcixê ye û endamê din Ali Polat jî ji navçeya Albistan a Gurgumê ye. Wan bi albûma 'Cano' dest bi xebata xwe kir û bi albûma xwe bala mezin kişand.

Grup Seyran li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, Ewropa û gelek welatan konseran dide. Kom hê jî li Almanyayê xebatên xwe didomîne.[1]

  • Dılo Dılo (2020)
  • Mırım (2012)
  • Ez Nizanim (2006)
  • Bese (2006)
  • Cano (2004)

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Grup Seyran kimdir". Bernamageh (bi tirkî). 10 çiriya paşîn 2023. Roja gihiştinê 10 çiriya paşîn 2023. {{cite web}}: Ji bo parametreya |archive-date= parametreya |archive-url= hewce ye (alîkarî)