Gotûbêja bikarhêner:Alsace38/Kurdistan (wateya etîmolojîk)

Etîmolojî biguhêre

Ez li vir aslê Kurdistan didanim. Peyva rast Kurd e "kur+d", pishtî em ditîn suffiksa "stan". Herdem dibêje ku kurd iranî ne, lê ne rast kurd ji gelên mezopotamî ne wek sûmer hîtît hurrî medî, le ne ji farsan --Alsace38 17:16, 2 reşemî 2012 (UTC)

Ev teoriya tirkan e û niha jî hin cihû viya dikin. Medî îranî ne, ne Samî ne. Îran ne fars e. Faris pareke ji îraniyan in. Îranî kurd, faris, mazenderan, gilakî ûêd in. Dewleta farisan ev nav dizîne, dixwazin li ser mîratê îraniyan bi xwe rûnên, ên din bavêjin. Bi rastî biser jî ketin. Pareke axa Kuristanê dikeve Mezopotamyayê lê Kurdistan ne tenê Mezopotamya ye. Ti eleqeya kurdan bi vê etîmiyolojiyê nîne. Kurd îranî ne, aryanî ne. Kur çiya ye bi sumerî çima hema kurd hate bîra we? Ma tenê kurd li çiyan dijîn? Stan-star heye di edebiyata devkî de û di wateya cihê lê tê jiyîn, starkirin-stankirin, ev ne keşifekî nû ye. Min dizanibû dibî-tînî teoriyên tirkan û cihûyan bilêvdikî ku armanca wan qaşo kurdan ji îraniyan veqetîn, eslê wan windakirin e.--Bablekan 18:07, 2 reşemî 2012 (UTC)
lol berê her tisht ez keç im, bejê "xuce", ne bira... Ev nivîs ne tishtek xirab e li ser namûsê kurdan: etîmolojiya "kurd" gelek kevn e, û sala vê peyv belkî ji 4000 sal in! Ez ji kurd im, û kurd perest im, çawa tu dibêjî ku ez teoriya tirkan û cûhan dikim? Ma tu dîn î? Ez nivîs dikim, û ev nivîs rast e hevalê hêja. Herkes dibêji kû gelê kurd arya ango îranî ne! Lê ev ne rast e. Kurd 5.000 sal berê zayin li mezopatmya'yê dijin. 800 sal berî zayin ashirê aryan çun li mezopotamya: med, part, daylam..... Li gora DNA a Kurdan: gelê kurd ji mezopotamyayê û xwina wan gelek dur e li iraniyan. Zimanê kurdî zewiciya zimanan hurrî-sûmerî û medî ne. Iro Portegiz û fransa 2000 salan berî latinî dizanin, û zimanê wan heman in. Lê em nikarin bêjin kû gela fransî û gelê porteqiz ji yel malbat in. Erê zimanê wan nezik in lê Xwina wan, yânî DNA testa wan cudayî! Li gor Doctor Mezhar Izady Gelê kurd bi hurrî '-3000 li -1000)dizanibû, û pistî medan, zimanê kurdî "mixing" bû. Iro di zimanê kurdan da gelek peyv hene û vê peyvên li hemû zimanên îranî tune ne. Mînak herkes dibejî ku zazayan din in, ne kurd in: lê ev derew e. Bi sûmerî ji bo zarok em dibêjin "dumu - dumunita (-3500)" bi kurdiya dersimî em ditîn "doman". Peyva doman li hemû zimanê iranî tune ne! Ji bo "dar-daristan" bi sumerî "bur", bi kurdiya zaza "bir - birr"!.
  • Kurd kurd, ne iranî ye Alsace38 20:10, 2 reşemî 2012 (UTC)
Temam te jî nêrîna xwe gotiye. Ne ez dînim, ne jî tu. Mafê te jî nîne yekê te rexne kir re dîn bêjî. Kes ne mecbûr e te çi got bipejirîne. Min di ferhengeke biçûk a almanî-kurdî de 456 bêjeyên hevdeng, hevaheng dît. Helbet dê gelek peyv ji kûltûra samiyan hebin. Armanca te "tesbîtkirina viyetnamîbûna kurdan" be dikari çend kelîme ji viyetnamî jî bibînî. Chomsky dibêje hemî ziman dişibin hevûdu. Kurd sentez in = Aryanî+hurrî (qefqaz)+suryanî. Ev jî teoriyek e yê awistriyayî ye, ne ya min e. Ango teorî pirr in. Lê ya te tirkan derxistin demekê, paşê cihû xwedî lê derketin. Dema Amerîka ket Îraqê ji nişka ve gotin DNAya kurd-cihûyan yek e. Hat bîra te? Em ne kurdên berê ne û naxapin. Îzady Soranîst e, kurmancan hez nake. Xebatên genetîk jî rave dane ku ti cudatiya gelên îranî nînin. Helbet baxçeyê genetîkî yê Deryaya Navîn kurd, cihû, îtalî, yewnan, romî (tirk), faris, ermenî, hinekê ereb, gelekan dihewîne. Bi kurtî ti cîdiyeta teoriyên bi bingeha kurdî dilîzin nînin. Kurd medî, mîttanî, îranî ne. Hurrî û mezopotamyayiyan jî bandora xwe lê kirine. Dar, dar e. Daristan jî daristan e. Heger koka wê li biyanistanê bigerî ez ê jî bêjim Cebaxcur çiye, navê Bîngolê? Cur tê çi wateyê? Wextekê ermeniyan kelîme û navên kurdî dikirin ermenî, digotin ev berê gundê ermeniyan bûye. --Bablekan 21:23, 2 reşemî 2012 (UTC)
lol tu li vir xweda yî? Alsace38 22:14, 2 reşemî 2012 (UTC)
ez hemû çavkaniyên digerim, niha hemû hene: niha çetir? Alsace38 20:13, 4 reşemî 2012 (UTC)

Kur-di-stan biguhêre

<ref>http://www.merriam-webster.com/dictionary/kurdistan (li ferhenga "Merriam-Webster", endameke "encyclopaedia britannica", em dibêjin kur-di-stan)</ref> ji sê peyvan pêk tê: "kur + di + stan"<ref>http://www.scribd.com/doc/53885626/2/Etymology-of-the-words-Kurd-and-Kurdistan</ref><ref>http://www.merriam-webster.com/dictionary/kurdistan (Encyclopaedia Britannica : "Merriam-Webster")</ref>

Silav û sipas ji bo xebata te li Wîkîpedya kurdî. Bi dîtina min çavkanyên wisa ne bash in. Ferhenga Merriam-Webster dibêje Kur-di-stan, ew rast e, lê nabêje ku peyva Kurdistan ji sê peyvan pêk tê: kur+di+stan. Merriam-Webster dibêje A-me-ri-ca, lê nabêje ku wateya peyva Amerîka ji çar peyvan pêk bê, awayê kitekirina peyvan ê ferhengan e. Nav û dîtinên kurdolog û zimanzanan pêwîst in, kê got çi, çima, piraniya zimanzanan çi dibêjin (bo mînak Minorsky çi got li ser eslê navê kurd?), gelo cara yekê ye ku mirov li ser vê mijarê dinivîse?. Ez jî bawer dikim ku ev gotin lêkolîneke kesanî ya hevala hêja Alsace38 e; bash e, lê gotineke ne Wîkîpedyayane ye. Wekî din, di nivîseke ensîklopedîk de mirov nikare bêje ku ev dîtin, dîtina rast e û yên din çewt in. Serkevtin. -- MikaelF 19:15, 7 reşemî 2012 (UTC)

hevlaê min, li min biborine: lê di vê dunyayê de, zimanzan tune ye li ser zimanên kurdî! Herkes pirr dibêje, lê zaninstiya wan wek 0 e. Tu dizanî etimolojiya peyva bajarê "şêrnax"???? Alsace38 12:36, 15 reşemî 2012 (UTC)

Cavkaniya nû biguhêre

Hevalno, ez dizanim ku ev nivisa li ser wateya etimolojiya peyvên "kurdistan û kurmancî" ji nivîs û karên min bû. Hûn ji min ra got, ne ansiklopedik e, ne mumkin e. Cende rojên berî, cend hefteyên berî ez cavkanî digerim li ser internet, niha heye. Demek kî nivîsa min rast û rast bû hevlno!!!!!!!!!! Li gora dîroknas "MICHAIL FAROE" li ser malpera Yezîdiyan ya rûsî, nivîsek heye li ser wateya peyvên kurd û kurmancî. http://www.ezdixandi.com/forum/48-1146-1 . Li gora min, ev gelek girîn bû, ji ber ko em kurd in... --Alsace38 (gotûbêj) 20:29, 4 reşemî 2013 (UTC)

Return to the user page of "Alsace38/Kurdistan (wateya etîmolojîk)".