Gotûbêj:Zekî Kolaç Paşa

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê KelêÛxelfetî ve di mijara Wergera xirab de

Wergera xirab biguhêre

@KêleÛxelfetî Ka binêre jêr. Mîna vê, çend hevokên xelet hene di gotara te de.

Li ser wîkiya înglîzî
  • During the massacres, he reportedly stated, "not finding any rebellion we cleared the country so none should occur in the future."
Wergera te
  • Di demên komkujiyên ew hatî ragihandin, "Ji ber ku me şoreşek nedît, me welat xirab kir, ji bu ku di peşerojê de serhildan ava nabê."
Wergera înglîzî ya wergera te
  • During the massacres, it was announced, "Because we did not see a revolution, we ruined the country, because there will be no rebellion in the future."
Wergera rast
  • Di dema komkujiyan de li gorî gotegotan wî gotiye ku "piştî ku me serhildanek nedît, me welat paqij kir da ku di pêşerojê de ti serhildan çênebe".

Balyozxane (gotûbêj) 23:25, 20 çiriya paşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

@KelêÛxelfetî Hewldanên tê yên sererastkirinê jî xeletiyên nû çêkir. Bira rastî bibêje tu kurdî dizanî yan nizanî? Balyozxane (gotûbêj) 23:28, 20 çiriya paşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Ez dikarim bi kurdî biaxivim, ji bilî kurdî ji 7 zimanên din. Ew zimanê min ya zikmakî ye û ez difikirim ku ji ber cudahiya zaravayan hesap ê. Ez kurdîya Dîloke diaxivim, kurdîyakî wekî ji standartîya xwe heyê. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 00:34, 21 çiriya paşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

@KelêÛxelfetî
Bira ev ne meseleya devokan e! Binêre tu li vir çiqas xweş bi kurdî diaxivî, rêzimanê te jî baş e. Hin tişt bila devokî bin, ew ne xem e! Lê tu wergerên xwe sererast nakî. Pirsgirêk ew e. Xwedê dema ez tiştek werdigerînim, carinan bi saetan li peyva rast digerim. Lê tu wergera xwe naxwînî jî. Ka bîner vê mînakê:
Te gotiye "Li ser fermana Nazim Paşa, Serfermandarê Artêşa Osmanî, Zekî Paşa şerê Kumanovayê û derdora Serbîstanê re destpêkir" lê belê di înglîzî de dibêje "Following the orders of Nazim Pasha, Chief of Staff of the Ottoman Army, Zeki Pasha initiated the Battle of Kumanovo against Serbia."
Ka nîşanî min bike li kû ye "şerê kumanovayê û derdora Serbîstan". Li vir behsa "şerê Kumanovayê dijî Serbîstanê" dike! Balyozxane (gotûbêj) 23:42, 20 çiriya paşîn 2022 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Zekî Kolaç Paşa".