Gotûbêj:Zazakî

Şiroveya dawî: berî 16 salan ji aliyê Asmen ve di mijara * de
Please do not write in Turkish language! It might be deleted! --Bangin (guftûgo / Alîkarî) 14:21, 30 rêbendan 2008 (UTC)

* biguhêre

Eger zehmet nebe, di vê rûpelê de wek zarok şer nekin. Û xwe qeyd bikin. Spas. Erdal Ronahi


Hevalno, eger ku hun li qisûrê min de mêze nakin, mi hinek xeta û xelet rast kirin. Hem ji aliya îlmî, him jî ji aliya umûmî. Em gelê xwe ji we baştir nas dikin ku em dizanin, kî, kuderê li kîjan heremê xwe nav dike. Gelê Zaza zêdetir nasnameya Zaza bi kar tîne. Ji hêla dî jî, heqîqeten tu kesek heta niha isbat nekiriye ku Zazaki zimaneki Kurdî ye. Lazim nine ku mirov Amerika dîsa keşf bike. eger ku Wesiqayên we hene, bifermo, bînin, em jî bibînin. Li gel siav û rêz Asmen

Kekê Asmen, lê ka Ginî? Te behsa Ginî nekiriye. Li herêma Çolikê min kesekê ku ji xwe re "Zaza" gotiye nedîtiye. Dibêjin Kird. Ji extiyaran (lewra ciwan di bin bandora sloganan de dimînin) kesekê ku ji xwe re bêje "Zaza" min nebihîstiye û ez bi xwe jî nîv zaza me. Werhasil, ne tu ne jî em ne zimanzan û dîrokzan in. Gelê Kirmanc/Dimilî/Kird/Ginî/Zaza/Ma/Şarê Ma hwd jî pirranî xwe wekî Kurd binavdike û tu jî baş dizane. Çend Ewropiyan çi gotine ne ewqas girîng e û gelek Ewropiyan jî gotinê "Zazakî Kurdî ye". Ewropî çi bêjin ayetên Xwedê ne ma? Ev kompleksa bindestiyê, psîkolojiya gelên koloniyan e. Ya girîng, binavkirina gel bi xwe ye. Werin em ji binavkirinên gel re rêzdar bin. Gel xwe li hemberî Tirk û biyaniyan wekî Kurd, û lokal jî xwe bi Kirmanc, Kird, Dimilî, Şarê Ma, Ma, Elewî, navên eşîran (lolic hwd) binavdike û peyva "zaza" ji Tirkî tê. Ango ji siyasetmedaran derketiye. Siyasetmedaran jî di bin bandora Kurdolog û taybetî Tirkologan de ev bikaranîne. Heya Sasaniyan kevn e.

Hema carekê jî wisa bifikire "Lo ma gel xwe bi pirranî wekî Kurd dibîne, çima? Çima ji aliyê genetîk ve ti ferqiyeke me nîne? Çima zazayan (Şêx Seîd, Seyîd Riza hwd) peyva Zaza bikarneanîne û gotine "Kurd û Kurdistan"? A rastî carekê jî wekî zazayan bi xwe bifikire.

Kekê Asmen nefikire ku jiyan tenê çend hevok û çend sloganan in. Nefikire ku jiyan tenê înternet e û nefikire ku di Kurdan de hîç kesekê baqil nîne. Sererastkirina te temam, lê nakokî hene di nava hevokên te de. Kerama xwe carekê bi baldarî bixwîne û dîsa sererast bike. Serkeftin. --Bablekan 09:59, 21 gulan 2007 (UTC)Bersiv bide

Gelê hevalan, bo silavkirin û ber hatin spas dikim, nav xêr de bin!

Bırêz Bablekan, ji bo fikrên xwe spas dikim. Nêtê min tune ku dilê kesi bişikînim. Ez dikim ku ji aliya ilmî herim. Bi qalib û sloganan qise û qal kirin adetê min nine. Min xwest ku li se mijarê zazakî jî zêdetir binivîsim, labrê kurmanciya min ne baş e.

Bira, ez çiqas ku zimanzan nînim, ez û te yek nînin, çimkî ez 3 sal e li ser zimanên hind-ewropa li universita frankfurtê dixwînim û ezê bibim zimanzan. Ji vê ber, ez deh ji sal zêdetir ser zazakî zebat dikim, dersa zimên didim teleban, min li redaksyana kovara zazakî jî cî girtiye. Tiştên ku ez li ser dinivîsim,ne bêwesîqa ne. Armancê minê siyasî jî tune, min li siyasetê çep an ki welatparêzan jî cî negirtiye.

Bi musade, ezê divê çend gotinên te rast kim: - Sey Riza u Şêx Seîdî bo Kurdistanê şer nekirine. Li ser vê rastiyê kitêb u repotaj û meqale jî hene. Her çiqas ku hinek bin, lê bo min rast in. Hem, bo Kurdistaneke azad şer bikirana jî, ewan ji ber vê yekê kurd nedibûn. Fikr bike ku, gelek çerkez, ereb, laz, arnawud, hinek kurd û zaza û nizam kê sazkirina komara tırkiyê da aliya tirkan da cî girtiye. niha ew ji ber vê yek dibin "tirk". yanê, çerkez, laz, xemşîn, arnawud, ewên ku xwe tirk ditine û hina jî xwe tirk dibînin, heme çerkez, laz, xemşîn, arnawud nizam kî gîşt tirk dibin?? Bi zazayan jî va mesele heye. Elbet ku hinek hene zwe tirk, hinek jî xwe kurd dibînin, tu kes nikare vê inkar bike. feqet ji rûyê ew çendan miletek nabe miletekê dî.

Birayno, ez çûm Çewlîg jî, hevalên min jî ji merkezê, Boglanê (Solxan), Dara Hêni (Gênc), Kêxî hene. Çend ta xwe ra "kird" bêjin jî, bi "kird" ewan tenê bi xwe nav dikin, kurdan ra hina jî "kurmanc" dibêjin. Zêdatî xwe "zaza" nav dike. Mirov çawa şa dike ku bêje, navê miletekê tirkan lê xistiye? him, navê zaza li kitabeyan (yazıt) nivisandî ye. sedsala 6. berê İsay padişahê parsan Dara li Behistûnê nivisandiye ku, hêla Firati "Zâzâna" nav kiriye. Navê cîyan mîna "Zawazan, zazan" jî bi vê elaqedar in. Gelê Sêwazê ji xwe ra Ginî nabêjin; tenê kurmancên wê alî u yên Sarizê zimanê Zazayan ra dibêjin Ginî. Ginî navê eşiretek e. Gelê wîderê jî xwe ra dibêje "zaza" an jî "dimil". Ji hêla dî, mirov gerek bi navan meliziye û wextê xwe pê mexecelîne. Nav ne mihîmin, îfada navan, hundir û mena wan mihîm in. Fikr bikin ku, Kurmancên hêla Xunis u Vartoyên Elewî, xwe tu car "kurmanc" nav nakin, dibêjin "em ne kurmanc in, em elewî ne". Niha ew rast ne kurmanc in bi gotina wan? An jî, kurmancên Meraşê git elewiyan ra dibêjin "kurmanc", sunniyan ra (kurd jî tev) dibêjin "tirk". niha, gora gotina wan, tirkên elewî kurmanc in, kurdên sunnî jî "tirk" in? minaqeşên ûsa me ber nabin, em dikin pê paş terin.

Bo xetên minên Kurmancî biborînin. Şev li ser we xweş be! --Asmen 01:15, 22 gulan 2007 (UTC)Bersiv bide

Dîsa: Wesîqan bînin, duma bêjin "Zazakî zaravek e" biguhêre

Kî dikare isbat bike an jî çavkanî nişan bide ku, Zazakî çima zarava ye? Çavkani yên ku zimanbûna Zazakiyê isbat dikin, min dane. Gelek Meqalên Wikipedia Kurdî de ibarên siyasî hene, ewê ku karê siyasetî u subjektivite li ensiklopediyê mebe, wer nîne?--Asmen, 18.10.2007, 02:27 (UTC)

Hevalê hêja, dibe ku çavkaniyên şaş hebe, dibe ku çavkaniyên te baştir in û rasttir in. Lê bele, tu lîsteya çavkaniyên din radikî û piştre dipirsî: "Ka, çavkaniyên din li ku derê ne." Ev nabe, ez te hişyar dikim. --Erdal Ronahi 00:31, 18 kewçêr 2007 (UTC)
Erlda bira, min çavkaniyên din biqesd ranekiriye, dibe ku xeletî be, biborînin. Mijarên din ezê nêzikê da ger wext dît, ciwab bidim.--Asmen 21.10.2007, 01.39 (UTC)
Werin em tevlî karên zanistiyê nebin. Kekê Asmen dibêje "siyasetê tev mekin", rast e. Lê ya wî jî siyaset e. Gelê Zaza xwe wekî Kurd dizane û binavdike (pirranî wisa ye û di dîrokê de jî wisa bû. Delîl û belge dîrok bi xwe ye û ez jî nîv Zaza me. Heya bigire bi giştî Zaza bûne malbata me lê di nava Kurmancan de heliyane. Ez Zazayan bi ya min baş nasdikim). Hinek rabin bêjin "Na ev ne rast e" ew jî dibe siyaset. Heger teorî be herdu bi hev re teorî ne. Dawiya fantazyayên mirovan xelas nabin. Wekî pêşniyar ji bo dirustkirina gotarê (helbet em nikarin qedera miletan terxan bikin):
  • -Em her du nêrînan jî bi hevre bidin
  • -Em jî wekî wîkîpediyayên xelkê ji dêvla "Zimanê Kurdî" bêjeya "Zimanên Kurdî" bikarbînin. Gökalpê Tirkan jî wisa gotiye û bi ya min jî çûyîn bere bi wê aliyê ve ye. Min di beşa me ya "Mişkîle" de daxwaza veqetandina zaravayan kiribû ji admînan û gotibû em ne yek 3 (Kurmancî, Zazakî û Soranî) Wîkîpediyayên Kurdî çêbikin. Waye Kirmanckî heye. Soranî jî biqetînin û ensîklopediyeke taybet bi Soranî çêbikin. Lewra tevlîhevî gelek in û wê girantir jî bibe. Heger ev na, em her 3 şaxan wekî heya niha li vir bihewînin lê ne wekî niha tenê Kurmancî xurtir bibe, her sêyan bipêş bixin. Min got, ev hemî daxwaz û pêşniyaz in ji birêz Admînan. Ez û Asmen tenê bikarhêner in û fikrên xwe dibêjin.
  • -Derbarê Dimilkî (zazakî, Kirdî) de gotareke wekî min got têkûz çêbikin (kekê Asmen dikare her du nêrînan jî bi hev re rabixe û gotareke xweşik saz bike) û paşê jî bigrin bin parastinê. Xwiyaye di cîhana me ya sîber de ev mijar gelek tê hincirandin. Rêz û rezên bêdawî.. --Bablekan 08:52, 18 kewçêr 2007 (UTC)

Zazaki Wikipedia biguhêre

Please support our Zazaki-Wikipedia project at: http://diq.wikipedia.org

Kurdiya bakur: zazakî biguhêre

http://www.nucevan.com/wje/ziman-kurd-zanist.htm http://www.ellahmezar.ir/wp-content/uploads/2012/09/zare-zerin-www.EllahMezar.ir_.pdf (rupel 10)!!!! --Alsace38 (gotûbêj) 13:38, 17 kewçêr 2012 (UTC)

Vegere rûpela "Zazakî".