Gotûbêj:Welat

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Aynur Bozkurd ve di mijara Agahdarî de

Agahdarî biguhêre

Rojbaş,

Ev 2-3 roj in ez bi baldarî li wîkîpediyayê dinêrim, wê keşif dikim. Eger ji destê min tiştek bê ji bo dewlemendkirin û tekûzkirina wê, ezê bi kêfxweşî bikim.

Ligel hurmeta min ji bo karê hûn dikin, min xwest we agahdar bikim li ser hin şaşiyên li ser hin rûpelên wîkîpediyayê.

Di rûpela "Hüseyin Deniz" de şaşîtiyên pir mezin hatine kirin. Hin agahî li ser kesekî ne, hin agahî şaş in û wêne jî aîdê kesekî din e.

Wêneyê bikaranî aîdê rojnamevanekî din e ku navê wî "Hüseyin Deniz" e, ew ji Dêrsimê ye, hê jî dijî û rojnamevanî dike.

Rojnamevan û nivîskar "Hasan Hüseyin Deniz" ê ku di sala 1992'an de hat kuştin ji Mêrdînê ye û ji rojnameya hefteyî Welat re jî dinivisand, ku ez hingê di wê rojnameyê de dixebitîm.

Wekî din, di rûpela "Lîsteya kovar û rojnameyên kurdî" de jî dema mirov pêlî "Welat" dike, tu agahî li ser "rojnameya hefteyî Welat" nîn e, lê agahî bi giştî li ser peyva "welat" hatiye dayîn.


Di rûpela "Azadiya Welat" de jî agahî nehatiye dayîn li ser destpêka vê rojnameyê. Ev rojname di sala 1996'an de wek "rojnameya hefteyî" derket, bi salan wek hefteyî weşana xwe domand, pişt re bû rojane.


Ji bo rastkirina van tiştên wiha gelo prosedurên wîkîpediyayê çi ne? Herkesek dikare rûpelan li gorî xwe saz bike, biguherîne?

Bimînin di xweşiyê de,

Aynur Bozkurd (gotûbêj) 12:07, 6 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Welat".