Gotûbêj:Sîtogenetîk

Şiroveya dawî: berî 4 salan ji aliye MikaelF ve

@Penaber49: Axxx Wîkîpediya Kurdî... "Hucreyek metaphase ji bo nûvekêşana BCR / ABL bi karanîna FISH erênî ye" tê wateya çi??? Ji kerema xwe re, li Wîkîpediya Kurdî tiştên ku hûn bi xwe qet tênagihen nenivîsin! Li gorî we METAPHASE çi ye? BCR/ABL, yan jî BCR û ABL çi ne? FISH çi ye? Çima erênî û pozîtîv e? Zehmet nebe, bi peyvên xwe û bi awayekî zelal ji bikarînerên din re mijaran ronî bikin. --MikaelF (gotûbêj) 07:20, 13 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

Birêz @MikaelF: ez zen nakim ku @Penaber49: vê gotarê bixwe çêkiribe, encax karibe ji Google Translate-ê CTRL+C û CTRL+V bike. Hevokên Google Translate-ê ji ber ku şaxa kurdî zahf bi pêş neketiye, hin çewtiyan dide der. Yek ji van jî ev e ku hevokên bêmane derdikevin û ger neyên kontrolkirin jî wisa dimînin. Ez bawer im ev gotar nehatiye sererastkirin û heman çewtî di vê gotarê de jî hene. Herwiha di gelek gotarên din ên ku Bikarhêner:Penarber49 "çêkiriye" de jî çewtiyên wek vê hene. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:13, 13 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

Heval Bikarhêner, bitin agahîya wêneyê ji zimanê inglîzî hatiye wergerandin. Ji kerema xwe ku ji destê sererast bike. Yên din yek bi yek jê jêderkên tirkî hatiye hildan û yek bi yek hatîie kontrolkirin piştre hatiye nivîsandin. Bibore beşa analîzê ji jiderkên ingilîzî hat hildan. Penaber.

Silav Bikarhêner, ez spas dikim ji bo bersiva te. Rexneya min ew e, ku divê em bi xwe nivîsên xwe fehm bikin. Heke mirov nezane "metaphase cell" çi ye, arîkariya Google translation jî bêmane dibe, wekî "xaneya metaphase" werdigerîne. Pêşiya her tiştî, divê em fehm bikin em behsa çi dikin û pişt re sererast bikin û bi rengekî zelal li ser babetan berfireh bikin. Ez ne dost ne dijminê Google translation im, lê piraniya gotarên Wîkîpediya Kurdî yên ku bi vî awayî hatine nivîsandin mixabin ne tekûz in û serê min ji wan gêj dibe. Wekî din, ev bikarînerên ku di rûpelên xwe de lîsteyên gotarên ku wan bixwe dest bi nivîsandinê kirine û pişt re ji aliyê bikarînerên din ve hatine sererastkirin û ciwantirkirin, tijî dikin, divê zanibin ku Wîkîpediya Kurdî ensîklopediya kolektîv e û hemî bikarîner xwedî nivîsên tê de ne. Gelek spas û silavên germ ji hemî xebatkarên rêzdar re. --MikaelF (gotûbêj) 11:14, 13 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Sîtogenetîk".