Gotûbêj:Luna Rival

Şiroveya dawî: berî 5 salan ji aliye Mehk63 ve

@Mehk63: Bi ya min ev nivîs ne ensîklopedîk ne gotareke derbazdar a Wîkîpediyê ye. Reklam e û bêmane ye. Luna Rival çima jineke ensîklopedîk e? Em li ser jiyana wê tu tişt nizanin, qafqazî ye, lê li Fransayê hatiye dinê, pornostar e û bes. Ji kerema xwe re vê gotarê berfireh bikin an jî ji Wîkîpediyê bibin. Silav --MikaelF (gotûbêj) 07:15, 27 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide

Silav Mikael ezkê vê gotarê berfireh bikime. Ev gotara di wîkîpediyayên frensî, spanyolî û misirî de jî heye.Mehk63 Peyam 11:34, 27 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide
Bi min jî ev ne gotarek e Divê were jêbirin. Jixwe Mehk63 gelek tiştên beredayî dike. --Bikarhêner (gotûbêj) 11:42, 27 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide
Hûn her gotarê min nivîsandî re dibêne "ne ensîklopedîk e". Gotarên pornostara hemû Wîkîpediya de hene. Ru we de Wîkîpediyaya Kurdî de tew gotar zêde nabine û wîkîya kurdî tim paş de darî. Wîkîya soranî dikê wîkîya kurdî derbas bike. Xwe ve rind binêrin.Mehk63 Peyam 12:24, 27 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide
Tiştên beredayî ji bo wîkîpediya kurdî ne hewce ne. Em jî dikarin bi hezaran gotarên bi yek an jî du hevokê çêbikin. Ji aliyê şiklî ve wekî ku wîkîpediya kurdî pêşketî be were xuyan jî wê pir qels û bêqalîte be. Û wê ev jî bibe sedem ku kes van gotaran nexwîne û wîkîpediya kurdî di ber çavên kurdên me de pîs bibe û beredayî bê xuyan. Helbet hejmara gotaran jî muhîm e, lê ev yek divê bi nivîsarên qalîtedar bin, ne bi reklamokên beredayî. Eger bixwazibî wîkîpediyaya kurdî bi pêş bixî pêşî dev ji çêkirina van reklamokên beredayî berde û gotarên nivîsdirêj, bi çavkanî yên ku ji bo ansîklopediyeke hewce ne binivîse. Ji vê rûpelê dikarî çend heb ji wan gotarên hewce bibînî: [1]https://ku.wikipedia.org/wiki/W%C3%AEk%C3%AEpediya:Gotar%C3%AAn_ku_ji_bo_hem%C3%BB_W%C3%AEk%C3%AEpediyayan_p%C3%AAw%C3%AEst_in. Van jî bi yek - du hevokan çênekî [ya rasttir xirab nekî :)] --Bikarhêner (gotûbêj) 13:10, 27 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide

Ezkê vê gotarê berfireh bikime zaten.Mehk63 Peyam 17:02, 27 tîrmeh 2018 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Luna Rival".