Gotûbêj:Gelawêj (gerstêrk)

Heval Gomada, qisey Sirwanii raste: (Kurdî) Gelawêj = Sirius (English), (Kurdî) Vênûs an Nahîd = Venus (English).

le Henbane borînesh da nûsrawe: Gelawêj = Estêreyekî zor geşe le nîwey hawîn ra debindrê, Şu'era (Şu'era an شعری bi erebî = Sirius )

Hemû kes hizir dikin Gelawêj Vênûse, bellam Gelawêj estêreye ne gerstêrk.--ÇalakGotûbêj 09:50, 6 pûşper 2012 (UTC)

Silav hevalê hêja, dibe ku gotina we rast be, lê herwiha ji bo Sirius gotara Qurix hatiye nivîsandin. Û li ser rûpela wê jî gotûbêj hatiye kirin. Di kurdî de tevlîhevî di derbarê astrolojiyê de heye. Li başûr, kurd dizanin Qurix çiye? Peyveke wisa di soranî de heye? Birastî ez jî dixwazim serastkirin pêk were. Mirovên di vî warî de zanebûna wan heyî, ramanên xwe parve bikin emê kêfxweş bibin. Herwiha binêre.—Gomadapeyam 10:03, 6 pûşper 2012 (UTC)
Qurix an Quriẍ tiştekê dine. Bi kurdiya soranî dibêjin: "Estêrey beyan", "Estêrey berbeyan", "Estêrey rojê" lê nizanim bi înglîzî çi dibêjin. Di Henbane borîne de ji bo "Estêrey rojê" hatiye: "Ew Estêreyey ke paş nîweşew helldê û de berbeyan da şoqî le estêrey dîke zortire". Ejî xelkê rojhilatê Kurdistanêm, bi Mukrî qise dikim.--ÇalakGotûbêj 11:11, 6 pûşper 2012 (UTC)
Bi erebî (كوكب الصباح), bi farsî (ستارۀ صبح).
(كوكب = ستاره = estêre, الصباح = صبح= beyan).
Hizir bikim estêrey berbeyan an Qurix, Venuse.--ÇalakGotûbêj 11:43, 6 pûşper 2012 (UTC)
Belê, Raste! Ez 100% pişrast bûm estêrey berbeyan an Qurix, Venuse.--ÇalakGotûbêj 11:52, 6 pûşper 2012 (UTC)

Baş e, naxwe Gelawêj = Sirius û Qurix = Venus? Lê li gorî ferhenga Zana Farqînî

  1. Venus = Venûs, Nahid, Nah, Gelawêj, Stêrka Şivanan
  2. ستاره قطبی/Pole star = Qurix, Stêrka Qawanê, Stêrka Bakur, Stêrka Cemserê.

Tevlîhevî li her derî heye. Herwiha ji bo nêzîkkirina zaravayan, em dikarin navê Stêrka Berbeyanê jî bikarbînin.—Gomadapeyam 13:14, 6 pûşper 2012 (UTC)

Ez 100%, 100% piştrastim ku Gelawêj = Sirius. Qurix an Estêrey (ber)beyan an Nahî jî = Venus :(كوكب الصباح = ستارۀ صبح = Estêrey (ber)beyan = Qurix = Venus).
Gelawêj, Venus niye. Gelawêj ronaktirîn stêra ezmane = Sirius.
--ÇalakGotûbêj 18:39, 6 pûşper 2012 (UTC)
Baş e, min fêhm kir (: Pêwîst e, em gotaran biguherînin.—Gomadapeyam 18:42, 6 pûşper 2012 (UTC)
Vegere rûpela "Gelawêj (gerstêrk)".