Beg, xan, key, keybanû hwd bi Kurdî (Zimanên Îranî) ye. Tirk jî bikartînin lewra di bandora Farsî de wergirtine. Efendî bêjeyeka bi eslê xwe Yewnanî ye. Efe ya ku Tirk bikartînin jî ji wê ye. Zimanzan baştir dizanin lê zimanzanên Kurd tiştekê nizanin. Tenê dikarin zimanê me bikin biyanî. Tirkhez, Erebhez, Farshez in.. --Bablekan 14:01, 17 kewçêr 2008 (UTC)

Silav Dost, Beg û Xan bi Romîkî ne. Key û Keybanû ji bi erebî ne. Serdar, Paşa, Şah bi îranî ne. Kurdên Xoresan ji axa ye xwe re Serdar dibêj in. --Baran Ruciyar 18:41, 17 kewçêr 2008 (UTC)
Wele nînin. Di wê çavkaniya te daye de Xan wekî bêjeyeke Farsî tê nîşandan, qey te nedîtiye. Beg sedî sed Kurdî ye. Tirkan êl (êla me, êla Reşkiyan hwd) jî wekî el (bu eller, Türkeli hwd) kirine Tirkî. Key nikare bi Erebî be. Di zimanên Îndogermanan de rêça wê heye (kaiser, çar, keyser, Sezar hwd hemî ji kokekî ne. Kagan a Tirkan jî ji xan e. Yaşar Kemal (nivîskarê Tirkan) dibêje ku ferhengeka etîmiyolojîk a Tirkî hêj nîne û çênakin jî. Herçendî hin hewldanên piçûk hebin jî.. Ya me Kurdan jî nîne. Mirov nikare peyvên zimanên Îranî li hevûdu parbike. Kîjan kelîme bi îngîlîzî ne, kîjan bi Almanî... Nabe wisa. Metodeke zanistiyê nîne. Zimanên Îranî ji kokekê ne, dane û standine. Bi hevre jiyane û afirandine. Yek, du, sê ne ya Farsan, ne jî ya Kurdan e. Ji ber ku saziyeke me ya bo ziman kardike nîne (herwekî dewleta me jî nîne) her tiştê me hatiye û tê talankirin.. --Bablekan 00:32, 18 kewçêr 2008 (UTC)
Di Kurdî û Romîkî du hev "Xan" yane "Han" hene. Yek ji bo "xanî, motel" (ku.: xanî e me sare, tr.: Şirnax yolunun özerindeki han´da yemek yedim) an jî "Gund" (di kurdîya hewramî de ji "gund" re "xan" dibêj in) tê karanîn. Yek jî bona "mîr" wek: xanê me = mîrê me. xan (xanî) iranî ye, xan=mîr bi mogûlî/romîkî ye. Beg jî romîkî ye, ez bawer im koka vî "beyk" yane mezine. Di Ensîklopediya Îslamê de ji eşîrên ereban wek "Banû" bahs dikin, min got qey banû bi erebîye, belê ez niha di pirtûka paul horn (grundriss der persischen etymologie) dibînim kî banû û ban bi îranî ne: herwaha keybanû tê wateya "xwediye malê". Peyva "Kaiser" di latînî de "cesar" ûrisî/rûsî de Sar/Çar hwdl. tê wateya Şah (di hewramî û kirmanckî de "Sa"). --Baran Ruciyar 10:35, 18 kewçêr 2008 (UTC)
Di Kurdî de jî Xan û xane hene. A rasti xan a Tirkan ji me ye. Hane (hastahane, pastahane), wekî +geh, cihwar. Te herdu wekî hev daye ber çavan. Ew xana wekî motel dibêjî ji xane´yêtê. Filan xane, bêvam xane. Xaneya (Xana) bêvanderê (fîlanca han(e)). Tirk bo mezinên xwe beg û xan bikarnayînin. Paşa (Îranî ye), sultan, kagan (ji xan a îranî. Lewra wextekê zimanê Farsî bandorker bû), efendî (ji Grekî tê) hwd dibêjin. Tenê kesên nîv-mezin wisa binavdikin. Tirkan di salên 70'î de xane-hane kirin -ne (pastane, postane). Bo ku kes nebêje ji zimanên îranî ye. Heger bi Romîkî bana, dê hewceyî nedîtibana.. --Bablekan 08:22, 19 kewçêr 2008 (UTC)
Vegere rûpela "Alîşêr".