Gotûbêj:Êzdîtî

Şiroveya dawî: berî 1 salê ji aliyê KelêÛxelfetî ve di mijara Guhertina navê gotarê de

Ne tenê problema yekîtiya gotarê heye, herwisa ya naverokê jî.. "Dînê Kurdan ê kevn e". Gelo ne baştir e ku mirov bêje "yek ji olên berê yên Kurdan e"? Êzidîtî kengî derketiye, ma ne piştê Îslamê ye? Wekî têkiliyên Hîndûîzm û Bûdîzmê nîne? Berê Zerdeştî ne bi serê xwe bû. Gelek mezhebên an olên MAZDA hebûn. Pêxember Zerdeşt gorî xwe olên Mazda şîrovekir (wekî Îsa û Hz. Mihemmed çawa olên Semîtîk şîrovekirine.. A rastî û baş wergirtin e. Ango em agahiyan ji pirtûkan bigirin baştir dibe. Nebe, em ê gorî bawerî û daxwazên dilê xwe wateyê bidin guherandin.. --Bablekan 21:16, 2 avrêl 2008 (UTC)

Tiştê ku kek Bablekan dibêjê ez jî rast û bi vate dibinim. Tenê çend pirsgirêkên me hene: yek ji wan ewe ku di derbarê hinek babetan de kêm çavkaniyên bibawer hene, pirtûk jixwe qet tune anjî nayên peydakirin. Yek ji van babetan Ola Êzidîtîyê û kevneşopîyên wê ne. Lê belê ez jî tevlî nêrîna kek Bablekan dibim û divê di van mijarên ku baş nehatine lêkolînkirin, gotar teng neyên nivîsandin û heya ku çêbibê objektîv û bê nirxandin yekalî bên nivîsandin. --Kurdodino 21:40, 2 avrêl 2008 (UTC)

Naverok biguhêre

Ji aliyê zanistiyê ve naveroka "gotar"ê bi gumanan tije ye, her wiha ne gotar, belkî qûnciknivîsek bê hesibandin, bi rastî jê çêtir e. Ji ber ku objektîfî hema hema tune ye, ji pencereya êzidîtî hatiye tevdayîn. Yanî gazincên hevalên jor hîn jî derbasdar in ên ku di 2008an de gazincan kirine. Jiju (gotûbêj) 21:36, 12 çiriya paşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Formata vê agahîdankê ne baş e biguhêre

{{Infobox gel

| nav      = Êzdî, êzidî, êzîdî
| wêne     = Pilgrims and festival at Lalish on the day of the Ezidi New Year in 2017 18.jpg
| ravek    = Du êzdiyên Lalişê (2017)
| gelheKom = 2.500.000 -3 milyon
| salKom   = 
| çavkKom  = [çavkanî hewce ye]

Guhertina navê gotarê biguhêre

Ez razî me ku em navê vê gotarê bikin “Kurdên êzîdî” û bi vê yekê jî îşaretek eşkere li dijî propagandaya êzdiyên “neteweperwer” ku em hemû Kurd in, bişînin.

Êzdî bi zimanê kurdî diaxivin, bi çanda kurdî dijîn û ji aliyê genetîkî ve jî bi kurdên kurmanc ve girêdayî ne. Ji aliyê bêalî ve ew tenê kurd in. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 10:24, 3 çiriya paşîn 2022 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Êzdîtî".