Gondwana yan jî Gondwanaland, perçeyek bejahî ya mezin bû ku gelek caran wekî superparzemîn hatiye binavkirin ku di dema Neoproterozoîka dereng de (nêzîkî 550 milyon sal berê) kom bûye û di serdema Jurasî de (nêzîkî 180 milyon sal berê) dest bi perçebûnê kiriye. Qonaxên dawîn ên perçebûnê bi veqetandina Antarktîkayê ji Amerîkaya Başûr (bi avakirina Deryaya Drake) û Awistiralya yê di Dema Paleogene de qewimiye. Gondwana ji ber ku axa Baltîka, Laurentia û Sîbîryayê jê veqetiyane, ji hêla pênaseyên dawî ve wekî superparzemînek nayê hesabkirin.[1] Ji bo cudakirina Gondwana ji herêma Hindî ya bi heman navî gelek caran Gondwana wekî Gondwanaland jî tê binavkirin.[2]

Gondwana 420 mîlyon sal berê (di dema silurian a dereng). Dîtina li ser bingeha ya Pola Başûr

Parzemîna Gondwanayê ji berhevkirinaîên çend kratonan pêk hatiye. Bi van kratonan di dawiyê de Gondwana dine mezintirîn perçeyek parzemînî ya Serdema Palaeozoicê ku qadeke bi qasî 100.000.000 km² erd vegirtiye. Di Serdema Karbonîferê de, Gondwana bi Ewroamerîkayê (Laurasia) re dibe yek perçe û superparzemîna mezin a bi navê Pangaeayê tê avakirin. Gondwana (û Pangaea) gav bi gav di serdema Mezozoî de dest bi perçebûnan dike. Bermahiyên Gondwana dora du-sê parzemîna îro pêk tîne ku di nav wan de Amerîkaya Başûr, Afrîka, Antarktîka, Awistralya Zeland, Erebistan û Parzemîna Hindî heye.

 
Belavkirina çar komên fosîlên Permian û Triassî ku wekî delîlên biyogeografîk ji bo guheztina parzemînê û pira bejahiyê têne bikar anîn.

Navê parzemîna Gondwana ji aliyê zanyarê Awistiryayî Eduard Suess ve hatiye binavkirin ku li gorî herêma navendî ya Hindistanê ya bi heman navî ku ji sanskrîtî ji "Daristana Gondan" hatiye wergirtin.[3] Navê berê di çarçoveyek jeolojîk de yekem car ji hêla H. B. Medlicott ve di sala 1872an de hatiye bikar anîn ku jê re rêzikên rûbirû yên Gondwana (Permî-Trîasî) jî hatine vegotin.[4]

Hinek zanyar têgîna "Gondwanaland" tercîh dikin ku cûdahiyek zelal di navbera herêm û parzemîna super de çêbikin.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Bradley, Dwight C. (1 îlon 2011). "Secular trends in the geologic record and the supercontinent cycle". Earth-Science Reviews (bi îngilîzî). 108 (1): 16–33. doi:10.1016/j.earscirev.2011.05.003. ISSN 0012-8252.
  2. ^ "Definition of GONDWANA". www.merriam-webster.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 adar 2023.
  3. ^ "academic.oup". academic.oup.com. doi:10.1093/pastj/gty016. Roja gihiştinê 20 adar 2023.
  4. ^ Suess, Eduard (1885). Das antlitz der erde. unknown library. Prag, F. Tempsky; [etc., etc.]