Gizrê

Gundekî Kerborana Mêrdînê

Gizrê (bi tirkî: Beğendi) gundekî girêdayî navçeya Kerboran a girêdayî Mêrdînê ye.[1] Gund ewil 33 mal bûn. Di sala 2014'an de 20-25 mal bûn.[çavkanî hewce ye] Debara gund li ser xwedîkirina heywanan û xebata cotkariyê ye. Ev gund berav e. Gelek çem hene li derdorê hene. Navê wan çemê Hemzo, çemê Çemke, çemê Nefira û çemê Kera. Li derdora gund ev gundên li jêr hene;

Gizrê
Beğendi
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Kerboran
Demografî
Gelhe (2014) 122 kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°26′07″Bk 41°44′59″Rh / 37.43528°Bk 41.74972°Rh / 37.43528; 41.74972
Bilindayî 720 m
Koda postayê 47750
Koda telefonê (+90) 482
Gizrê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gizrê
Gizrê
Gizrê (Tirkiye)

Gund di sala 1920'an da hate vala kirin.[çavkanî hewce ye] Mezinê gund ê berî 100 salî Emerê Elîka bû. Di demeke pişî vê de Hiseynê Ehmê û Xelîlkê Hemed bûn. Hinek cihên dîrokî li gund hene. Li rojavayê gund kelhoşka Emero û kelhoşka Diyarê Ravan li gund gelekî binavûdeng in. Li gund ziyaretên gelekî kevnare jî hene. Ziyareta Pîrê Qureyşiyan, ziyareta Ravan û ziyareta Memezeran hinek ji wan in. Gelê gund ji heft[çavkanî hewce ye] bavikan pêk tê; Segvan, Kurmuska, Resulka, Şerefka û Mala Sofî.

Li derdora gundê Gizrê, di 2'yê adara 2016'an de di encama operasyona artêş tirk de 8 gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest didin. Li gorî agahiyan di heman operasyonê de 3 leşkerên tirk jî hatine kuştin.[2]

Çavkanî biguhêre