Girara kardiyê re mirov dikare şorbeya kardiyê jî bêje lê ji ber ku kurd ji xwarinên quşxaneyê yên bi dan, savarê tên çêkirin re girar dibêjin, li vir jî wekî girar hatiye binavkirin. Cemşîd Bender jî wisa bikaraniye.

Ji kardiyê, girara kardiyê ya bi bi danê, girara kardiyê ya bi rizê (birinc), girara kardiyê bi tîkegoştê, girara kardiye ya bi nokê û gelek cureyên didin tên kelandin. Bi taybetî li Serhed, Dêrsim, Xerzanê kardî gelek e û bi hatina biharê re jê sûdê werdigirin.

Berkeliya (melzemeyê) girara kardiyê ya Erzîromê biguhêre

  • 1 kg riz (birinc)
  • 1/2 kg Kardî (ya hişkkirî baştir e)
  • Simaq
  • Îsota tûj (îsota pûlpelî, îsota sor)
  • Xwê (solin)
  • Rûn

Çêkirin biguhêre

Kariyê di nava ava bi simaqê de bikelînin, bixaşînin bila tûjiya (no) wê here. Hûrbikin û biguvêşînin. Ava wê nerijînin. Di rûnbirêşkê de, di nava rûn de biqelînin (ne kêm, ne zêde).

Kardiya qelandî bi tevî rizê berdin nava ava bi simaqê û bi hev re bikelînin. Îsota tûj û xwê yê bavêjinê. Bi germî yan sarî bînin ser destexaneyê (sifre).