George Nader

Lîstikvanê amerîkan

George Nader ( jdb. 19ê çiriya pêşîn a 1921an li Pasadena, Kalîforniya ; m. 4ê sibata 2002 li Woodland Hills, Kalîforniya) lîstikvanekî amerîkan bû. Ew di gelek fîlma de dilîst li ser wan de Sins of Jezebel (1953), Congo Crossing (1956) û The Female Animal (1958). Di vê demê de ew di rêzefîlman de jî dilîst wek mînak The Man and the Challenge (1959–60 ji aliye şirketa NBC). Di salên 1960an ew li Almanya çend fîlman de ajanê FBIJerry Cotton dilîst. Ew ji bo serlîstikvaniya xwe ya yekemin di fîlma honaka zanistî Robot Monster ya 3D û erzan çêkirî û ku wek yek ji xirabtirîn fîlm ku hatibû çêkiri tê nasîn, hatibû nasîn.[1]

George Nader
George Nader (li dora salên 1959-60)
Jidayikbûn19ê çiriya pêşîn a 1921ê
Mirin4ê sibata 2002an (80 salî)
Woodland Hills, Kalîforniya, DYA
Esil DYA
Pîşe
biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

George Nader dema xwe ya dibistanê de jî ji bo niyarî bal dikişand û di gelek şanoname de di şanoya Pasadena Playhouse de şanoger bû û wisa ew di têvel filman de rolên biçûk distand. Serlîstikvaniya wê ya yekemîn di fîlma 3Dê Robot Monster de bû.

Di salên 1950an de ew carcaran jî biserkeftî bû. Ji bo rola xwe di fîlma Four Guns to the Border de ew Xelata Gerdûna Zerîn ( Golden Globe Award ) wek niyarê neslên nû yê rintirîn wergirt. Kariyera Nader bi fîlma Away All Boats serfirazî bû. Paşê serkeftina wê di sînemayê de kêm dibû û ew xwe di wêneguhêzê de diceriband. Piştî serlîstikvaniya di çend beş di rêzeyên The Further Adventures of Ellery Queen (1958/59) û The Man and the Challenge ( 1959/60, 36 beş ) de George Nader di dala 1961an di rêzefîlm Shannon li ku ew detektîveke misogerî dilîst, serlîstikvanî distand. Di wê rezefîlm de ew wek alav kamerayek wê hindirê ronahîker têde girtî bû an jî dengkêş ku hindirê demjimêra milê de têde girtî bû bikar anî. Rêzefîlm bi 36 beş bûn.

Di nav ber salên 1950 George Nader diçû li Ewropa, li ku ew bi fîlmên alman yê lehengê sernav Jerry Cotton biserkeftî bû û di sinemayan de vedigerand .Di sala 1968an de ew ji kovara ciwanan bi navê Bravo xelata bi navê Bravo Otto yê zîv û di sala 1969 ew Bravo Otto yê brons wergirt. Piştî bibirînbûna çavan de ew ji branşa fîlmê de derket ji bo pirtûkan binivîse. Pirtûk wê ya yekemîn bi sernavê Chrome heycan distand çinkî ew romana yekemîna honaka zanistî bi naveroka hevzayendîtî bû.

Nader bi aktor Rock Hudson dostekî rind bû. Rock Hudson di sala 1985an de ji nexweşiya AIDS mir û meriv dibêje ku Hudson ewî re dewlemendî gêrî dihîşt. Pisporên Hollywoodê bêserkeftîbûna Nader li Amerîkayê bi Coming out a wê wek hevzayend dibînin. George Nader heta mirina xwe bi hevjînê xwe Mark Miller ve dijiya li ku bi wê ew ji sala 1951an de li ser girava Hawaiiyê Maui an ji li mala wê li Palm Springs.

Fîlmnîgarî biguhêre

Berhem biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Obituary: George Nader". the Guardian (bi îngilîzî). 8 sibat 2002. Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2020.