Federal Bureau of Investigation (bi kurdî: Bûroya Lêpirsînên Federal) yanê navê wê bi kurtebêj FBI. DYAyê de herî mezin lijneya lêpirsînê ye. Girêdayê hûkumeta federalê ye û lêpirsînên taybet yên ku bin fermana hûkumeta fedaralê pêktîne. Agahiyên lêpirsînê yên ku bidest xistî vediguhêzîne Wezareta Dadê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê û Dadgeha Bilind re.

Bûroya Lêpirsînên Fedaral
(Federal Bureau of Investigation)
Damezrandin 1935
Çalakî Navneteweyî
Welat DYA-Washington
Bi kurtî FBI
Malpera Pêkhatinê http://www.fbi.gov/

Buroya Lêpirsînên Federal ya DYA’yê FBI sal 1908an de ji aliyê Wezîrê Dadê ê DYA’yê Charles J. Bonaparte ve tê avakirin. Sal 1924an de ji hêla serokê giştî ya lijneya lêpirsînê J. Edgar Hooverê ve pergala lijnê ji nû ve tê sererast kirin.

FBI bin fermana Wezerata Dadê ya DYA’yê de ye. Navenda burorê li Washington (District of Columbia)ê ye. Ji bilî wê cihê gelek deverên DYAê û Porto Rîko yê jî şaxekî mezin ê wê heye.

Gelek deverên cîhanê de ofîsên rêxistinê heye. Ji bilî sûcên federal ên hundirî, sûcên navneteweyî yan jî dinêre lê bin fermana Wezerata Dadê ê DYA’ê wan karan dike.

Nêzî 6000–8000 sîxur nava wê rêxistinê de peywiran dike. Ji xeynî sîxuran gelek personel nava wê rêxistinê de bi cih bûne.

Karên ku dike hemû jî li gor zagonên cezayê ye û bi ya wan zagonan tevdigere û lêpirsînên xwe dimeşîne. Cihên xwe nava lîjneyên saloxgeriya DYA’ê de jî girtiye.