Georg Christoph Lichtenberg

Georg Christoph Lichtenberg (jdb. 1ê tîrmeha 1742ê - m. 24ê sibata 1799ê) fîzîkzanekî almanî ye ko di dîroka wî welatî da kesê pêşîn bû bi awayekê fermî dibû ostad anko profesorê fîzîka tecrîbî. Ew ji bo nivîsînên xwe yên ko piştî mirina wî bi navê ′′Sudelbücher′′ anko ′′defterka parçeniviştan′′ hat belavkirin û ji bo vedîtina zanistî ya awayê wekî daran yê valabûna barê karevayî navdar e. Di fîzîkê da dibêjin wê nexşên Lichtenbergî.

Georg Christoph Lichtenberg
biguhêreBelge

Jiyanname biguhêre

Georg Christoph Lichtenberg li Ober-Ramstadtê nêzîkî Darmstadtê hat dinyayê. Ew biçûktirîn zaro ji 17 zaroyên malbatê bû. Babê wî, Johann Conrad Lichtenberg, qeşeyekê bû ko di dêrê da heta pileya serkarê hemî dêrên Darmstadtê bilind bû. Zanînên zanistî yên wî ji yên qeşeyekê edetî yê wî serdemî zêdetir bûn. Lichtenbergî li detpêkê li ber destê babê xwe dest bi xwandinê kir, paşî li temenê 10 saliyê çû dibistana latînî ya Darmstadtê (Lateinschule). Hema zû jîrî û biaqiliya wî eşkira bû. Wî xwast matematîk xwandiba, lê malbata wî neşîyan xwe li ber mesrefa wê xwandinê bigirin. Li 1762ê, dayika wî daxwazî ji Ludwigê VIII, hakimê Hesse-Darmstadt kir ko pareyê xwandina pisê wê bidaya. li 1763ê, Lichtenbergî li Zanîngeha Göttingenê dest bi xwandinê kir.

Li 1769ê ew bû dersdêrê fîzîkê. Ew heta mirina xwe li ser wê kursiyê ma. Li ser daxwaza şagirtên xwe, wî du caran serdana Ingilistanê kir, carekê li sala 1770ê û cara dî li 1774ê. Li Ingilistanê, Georgê III, şahê Ingilistanê û şabanî Charlottê bi germî pêşwaziya wî kir. Wî zêrevanîgeha Rîçmondê nîşanî şahî da, û ji ber wê şahê Ingilistanê pêşniyara dersdêriya felsefeyê da wî. Wî serdana rêvîngên deryayî yên deryavan Cook kir. Di wan serdanan da, wî ji Brîtanyaya Mezin hez kiribû û heta dawiya jiyê xwe jî yek ji ingilîzhezên navdar bû.

Çavkanî biguhêre