Gazapizm
Anıl Murat Acar an jî bi navê ku hatiye naskirin Gazapizm (jdb. Sala 20'ê tîrmehê 1988, Xarpêt, Bakurê Kurdistanê) rappereke bi eslê xwe kurd e ku muzîka xwe bi zimanê tirkî çêdikê.
Gazapizm | |
---|---|
Navê jidayikbûnê | Anıl Murat Acar |
Jidayikbûn | 20ê tîrmeha 1988an (36 salî) Xarpêt, Bakurê Kurdistanê |
Netewe | Kurd |
Cureyê muzîkê | Rap · Hip hop |
Pîşe | Rapper |
Salên çalak | 2003 – niha |
Etîketa qeydê | Argo İzmir |
biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreAcar di sala 1988an de li parezgêha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinyayê. Bavê wî Kurd, diya wî Tirk e. Dê û bavê wî mamoste ne. Acar sala 2003an de dest bi xebatên muzîka kiriye û di sala 2012an de pargîdaniya muzîkê ya bi Argo Izmir li navçeya Konak a Îzmîrê damezrandiye. Di sala 2014an de albûma xwe ya bi navê “Yeraltı Edebiyatı” derxistiye. Bi stranên ku bi şêweya kolanê çêkirine bal kişandiye ser xwe. Di sala 2016an de albûma xwe ya bi navê “Bir Gün Her Şey” derdixe. Ji bo strana bi navê "Gece Sabahın" û "Memleketsiz" li Îzmîrê klîba kişandiye. Piştî ku strana wî ya bi navê “Heyecanı Yok” di rêzefîlma “Çukur”ê de cih digire, zêdetir hatiye nas kirin. Ev stran hevdem bû bi serdemeke ku rap di rêzefilmên tirkî de zêdetir hatiye dîtin û bi bandor bûye.
Gazapizm paşê ji bo heman rêzefîlmê bi Cem Adrian re strana "Kalbim Çukurda" got û strana wî ya bi navê "Unutulacak Dünler" di sala 2020an de li Tirkiyeyê di nav stranên herî zêde hatin guhdarkirin de cih girtiye.
Diskografî
biguhêreAlbûm
- Majör Depresyon (2009)
- Yeraltı Edebiyatı (2014)
- Bir Gün Her Şey (2016)
- Hiza (2020)
EP
- Karanfil (Live in İzmir) [feat. Tepecik Filarmoni Orkestrası] (2019)
Single
- "Heyecanı Yok" (2017)
- "Kalbim Çukurda" (Cem Adrian bi, 2018)
- "Ölüler Dirilerden Çalacak" (2018)
- "Alem-i Fani" Gripin bi; İyi Oyun Film Müziği, 2018)
- "Kaç İstersen" (2019)
- "Unutulacak Dünler" (2020)
- "Dünya Bu" (2022)
- "İzaf" (2022)
- "Olur Mu" (Melike Şahin bi, 2022)
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |