Galaksiya Andromedayê
Galaksiya Andromedayê, wek Messier 31, M31, an NGC 224 jî tê nasîn, galaksiyeke lûleyî ye ku ji Zemînê teqrîben 2,50 milyonên salên ronahiyê bi dûr e. Ew galaksiya herî nêzîk ji Kadizê û gelek caran wek Nebuloza Mezin a Andromedayê di nivîsên kevn de dihat nişankirin.
Galaksiya Andromedayê | |
---|---|
Daneyên vedîtinê | |
Komstêr | Andromeda[*] |
Bilindbûna rast | 10.6847083 |
en:Declination | 41.2687500 |
en:Redshift | −0,000677 |
Helio radial velocity | −300 ±4 kîlometre di saniyekê de |
Dûrahî | 0.82 megaparsek |
Vedîtin | |
Roja vedîtinê | 964 |
Katalogkirin | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dirêjahiya Andromedayê teqrîben 220,00 salên ronahiyê, û a herî mezin li Koma Deverî, a ku tê de Kadiz û Galaksiya Triangulumê jî hene, û galaksiyên din ên biçûk. Tevî keşf û vedîtinên berê ku bêhtir hêmana tarî di Kadizê de heye û dibe ku galaksiya herî mezin di komê de, di sala 2006an de çavdêriyê Teleskopa Esmanî ya Spitzer eşkere kir ku di Andromedayê de 10 trilyon stêrk hene: bi kêmî du caran hejmara stêrkên Kadizê ye, ku li gorî texmînan 200-400 milyar in. Girseya Andromedayê wek 1.5×1012 girseyên rojê tê texmînkirin, lê girseya Kadizê wek 8.5×1011 girseyên rojê tê texmînkirin.
Tê pêşbînîkirin ku Kadiz û Andromeda dê piştî 4.5 milyar sal bi hev bixin, û di dawiyê de dê bibin yek û galaksiya hêkeyî ya girs çêkin. Mezinahiya xuya ya Galaksiya Andromedayê 3,4 e, wê bi çavê rût di şevên bê heyvê de dixwiye.
Çavkanî
biguhêre