Komstêr wêne an şiklên ku li rûyê ezmên ji hêla stêrka ve tên nexşandin in. Ji dewrên kevnare ve merîv ew şiklan şibandine termê merîv, termê heywanan an hin tiştên din. Ptolemaîosê stêrnasê Yewnanê di sedsala 2'an de jiyayî di kîtêba xwe ya bi navê Macestî de 48 komstêran qeyd dike. Di sala 1922'a de Yekitiya Stêrnasiyê ya Navneteweyî 88 komstêr ên îroj binav dike.

Komstêra kerguh di pirtûka el Sûfî de

Komstêr gorî cihî ku merîv lê dinêhêre wêneyekî nîşana merîv didin. Birastî navbera stêrkên di eynî komstêrê de tu eleqe tune û ew ji hev carcaran bi sedan salên roniyê dûr in. Lê ji ber ku ew bixwe pirr dûra ezmên in, di tariya şevê de wêneyeke yekgirtî nîşan didin.

Kurtedîrok

biguhêre

Komstêrênn 12 bircên çembera felekan ji hêla Sûmeriyan ve hatibû nasandin.[çavkanî hewce ye] Lê li berî wan, di dewrên Misiriyên kevin. Çembera Felekê ya ku di astrolojîyê de jî tê bikar anîn, bi halê xwe yê îroj ve 2100 salan berî îroj pêk hat. Batlamyûs di kîtaba xwe ya Elmacestî de bi kataloga stêrkan ve qala 48 komstêran dike. Peyî ew kîtaba tê wergarandin Erebî ew komstêran di nav xelkên din de jî belav dibin. Peyî Elmacestî belav dibe re pirr komstêrên kevin ji bîr dibin û êdî ew komstêrên Batlamyûs qebûl dibin. Stêrnasên Erebên wek el Sûfi kîtabên xwe de stêrên di Elmacestî de bingeh digirin. Lê navên stêran bi pirranî bi navên Erebî di stêrnasiyê de qebûl dibe.

Ji xeynî komstêran, hin asterîzmên din ên di nav gelên dinê de tên nasîn jî hene. Wek rêya kadizan, komika sêwiyan, sêgoşeya havînî.