Gabelek
Gabelek | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Passeriformes |
Famîle: | Laniidae |
Cins: | Lanius |
Cure: | L. nubicus |
Navê zanistî yê latînî | |
Lanius nubicus Lichtenstein, 1823 | |
Pirteqalî:Havîn Şîn:Zivistan[1] |
Gabelek (bi soranî: perrbellekey qeşan, bi latînî: Lanius nubicus), cureyek e balindeyên kêzxwer e ji cinsa Lanius e.
Şayîs
biguhêreGabelek çûkekî 17 cm dirêj û koçber e. Serserê wî, paşstiyê wî û pişta wî reş, enî û bin zikê wî spî ye. Neksa wî sor e û boçika wî reş e.
Ciyên belavbûn û jiyanê
biguhêreLi nav daristanan û gezikên ku pirrtir li ciyê şilorek in dijîn. Hêlîna xwe li ser darê biyan û çinaran çêdikin.
Xwarin
biguhêreBi kêzên mezin, marmarokên biçûk, kulî û carinan jî bi çûkên biçûk xwedî dibin. Weke kêzxwurên din ew jî nêçîra xwe di striyek yan jî guliyekî tûj re radike û bi werê dixwe.
Pirbûn
biguhêreBi qasî 16 rojan qurp dikeve û di navbera 4 û 7 hêkan dike. Tenê a mê li hêkan rûdinê. Lê çêl ji aliyê dê û bav tevde dihên xwedîkirin.
Pêşangeh
biguhêre-
Gabeleka mê
-
Gabelekê nêr
Çavkanî
biguhêre- ^ Tony Harris & Kim Franklin (2000). Shrikes and Bush-Shrikes. Helm. ISBN 0-7136-3861-3.
Girêdanên derve
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |