Güler Duman, (jdb. 30, Hezîran 1967, li Stenbol) stranbêj, strannivîs, nojdar û mamosteyê muzîkê ye ku bi eslê xwe tirk e.

Güler Duman
Jiyan
Jidayikbûn30ê hezîrana 1967an (56 salî)
Stenbol
NeteweTirk
PîşeNojdar, stranbêj, sitrannivîs
Salên çalak1980–niha
biguhêreBelge

Güler Duman ji sala 1980an vir ve bi awayek profesyonel muzîkê çêdike û yek ji bestekerên herî populer ên muzîka gelêrî ya tirkî ya salên 1990an e.[1] Di navbera salên 2013 û 2014an de bernameyek muzîkê li ser televîzyonê pêşkêş kiriye. Digel albûmên xwe, ew di albumên berhevokê de jî derketiye. Ew yek ji masterên muzîka gelêrî ya tirkî ye.

Jînenîgarî biguhêre

Guler Duman di 30ê hezîrana sala 1967an de li Stenbolê ji dayik bûye û bi eslê xwe ji navçeya Aşqela ya bi ser parêzgeha Erziromê ye. Di temenê zarokatiya xwe de dest bi jenbûna tembûrê kiriye û bi vî yekê bal kişandiye. Di dawiya dibistana seretayî de, di sêzdeh saliya xwe de albûma xweyê yekem a bi navê Dost Garîp derxistiye. Dibistana amadeyî li Stenbolê xwendiye û di destpêka lîseyê de dest bi albûma xwe ya duyemîn Ey Leyla Leylî dike.

Di sala 1986an de li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê dîploma xwe ya doktoriya diranan wergirtiye. Piştî salekê wê beşa Konservatuara Dewletê ya Muzîka Tirkî ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê qezenc kir û di dema xwendina xwe ya muzîkê de hilberîna albûmên profesyonel berdewam kir.[2]

Guler Duman di temenekî biçûk de bi nexweşiya dil û damaran ketiye û jiber vî nexweşiyê derman kirina nexweşiyê wergirtiye. Piştî derman kirine ew ji vî nexweşiyê xilas bûye.

Dîskografî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Güler Duman'ın 1980'li ve 1990'lı yıllarda çıkardığı albümler, ji orîjînalê di 15 sibat 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 16 sibat 2020
  2. ^ "Güler Duman - MİLLİYET GAZETE ARŞİVİ". gazetearsivi.milliyet.com.tr. Ji orîjînalê di 25 îlon 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 kanûna paşîn 2023.

Girêdanên derve biguhêre