Gönül Dilan
Gönül Dilan yan jî Gonul Dîlan, (18ê sibata 1992an li Bismil, Amed) hûnermend û lîstikvaneke kurd e ku bi eslê xwe ji navçêya Bismil a Amedê ye.[1]
Gönül Dilan | |
---|---|
Jidayikbûn | 18ê sibata 1992an (32 salî) Bismil, Amed |
Netewe | Kurd |
Pîşe | Hûnermend, lîstikvan |
Salên çalak | 2016–niha |
biguhêre |
Jînenîgarî biguhêre
Gonul Dîlan di 18ê sibata 1992an li navçeya Bismil a Amedê ji dayik bûye. Berwerdeya xwe li Konservatuar a Zanîngeha Stenbolê, perwerdeya beşa dengê wergirtiye û berwerdekara tembûrê ye. Di heman demê de li Dibistana Şanoyê ya Navenda Akademiya Selahattin Taşdöğen, salekî perwerdeya şano û zimanê bedenê wergirtiye.[2]
Gonul Dîlan di şanzdeh saliya xwe de albûma xwe ya yekem derxist. Piştre navberek dirêj da karê muzîkê û perwerdeya lîstikvaniyê wergirt. Di sala 2016an de di fîlma Aşka geldik (bi tirkî) ku di sala 2016an de derketibû, rola sereke lîst.[3]
Piştî vê navberê ya dirêj di sala 2018an de biryar da ku bi zimanê xwe yê kurdî muzîkê çêbike û bi yekemîn strana xwe ya bi kurdî ya bi navê Derewînî vegera muzîkê. Piştre berhema xwe ya 2019an Dildaro destxist. Di Gulana 2019an de bi muzîka Kurdî Mashup a ku ji sê stranan pêk tê derxist. Stranên ku ji Derewînî û Dildaro pêk tê veguherand EPa bi navê Jin Jiyanê. Di nîsana 2020an de strana Gerdenzerê ya ku ji du berheman pêk tê derxist. Karên xwe yê muzîkê bê navber bi berhemên xwe yên albûm û videoklîp ên ku di demên dawiyê de derxistiye berdewam dike. Gonul Dîlan, li gelek welatan beşdarî konser, dawet û bernameyên çandî bûye.[4]
Dîskografî biguhêre
Single biguhêre
- Ez nadim
- Bê dila min
- Gerdenzerê
- Jin jiyan e
- Meyro/Ziravê
EP biguhêre
- Ay silêman
- Pêşiya malê
- Dîlber
- Îşev şevka baranê
- Reng esmerê
- Zozan zozan e
Fîlmografî biguhêre
Fîlm biguhêre
- Aşka geldik
Rêzefîlm biguhêre
- Jan
Klîb biguhêre
- Derewînî
- Ez nadim
- Kurdî mahsup
- Bê dila min
- Dildaro
Çavkanî biguhêre
- ^ "Gönül Dilan kimdir, kaç yaşında, nereli, boyu ve kilosu? - Biliyo.org". www.biliyo.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 adar 2022.
- ^ "Gönül Dilan". Spotify (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 adar 2022.
- ^ "Gönül Dilan". Spotify (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 adar 2022.
- ^ "Gönül Dilan". Spotify (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 adar 2022.