Fritz Lang
Ji bo entegrekirina bi rûpelên din yên Wikipediyayê divê di vê gotarê de zêdetir girêdan hebe. (kanûna pêşîn 2020) |
Friedrich Christian Anton "Fritz" Lang (z. 5ê kanûna pêşîn, 1890 - m. 2ê tebaxê, 1976) fîlmçêker, senaryonivîs û derhênerekî elmanî bû. Fritz Lang, lawê Anton Lang û Pauline Lang, li Wienê hat dinyayê. Dê û bavê Fritz wek îsewî dijîn. Malbata Pauline Lang cihû bûn lê paşê baweriya xwe diguherîne îsewîyî[çavkanî pêwîst e]. Ji ber ku Lang di malbateke îsewî de mezin bû, di fîlmên wî de bandora dîn (îsewî) heye.
Fritz Lang | |
---|---|
![]() | |
Dê û bav |
|
biguherîne![]() |
Piştî dibistana bilind Lang di zanîngeha Teknîkî ya Wienê de beşa endazyarî xwend, lê paşê beşa xwe guherand û beşdarî beşa hûnerê bû. Lang xwendina xwe nîvco dihêle û li Ewropa, Afrîka û Asya geriya. Di 1913 de Lang li Parîsê kêşanê (resimandin) xwend.