Forûma avê ya Mezopotamyayê

Forûma avê ya Mezopotamyayê, (bi tirkî:Mezopotamya su forumu) konferanseke ekolojîk e ku jibo av û pergala ekolojîk a Mezopotamyayê û rojhilata navîn, tê lidarxistin.[1] Ji welatên cûda yên cîhanê nêzîkê 150 aktivîstên ekolojiyê beşdarê konferansa yekemîn bûye. Konferansa yekemîn di 6-9 (3 roj) nîsana 2019an de li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hatiye lidarxistin[2] û di konferansa sala 2019an de bandora Bendavan ya neyînî, Bandora neyînî ya dewlatan ku li ser çemên Firat û Dîcleyê heye, hatiyê nîqaş kirin.[2]

Konferansa sala 2019an biguhêre

Piştî amadekarîya 2 salan ji alîyê gelek sazîyên ekolojîk ve ku di nav wan de Kampanya Parastina Dîcle yê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê jî heye, li Zanîngeha Silêmanîyeyê di derbarê ekolojiya rojhilata navîn pêşandanên rewşa dawî hate pêşkêşkirin. Zêdetirî 150 kes ji 15 welatên cuda yên cîhanê beşdarî Konferansa Forma avê ya Mezopotamyayê bûn ku di nava wan de çalakiyên rengîn ên wekî pêşangehên wêneyan û danezanên muzîkal hate raberî kirin.[3]

Di pêşkêşî û axaftinên li Forma avê ya Mezopotamyayê de polîtîkayên avê yên îmha û îstîsmarê yên ku ji aliyê dewletan ve têne kirin hatin eşkerekirin. Navendên ku van biryarên antîdemokratîk a li ser avê didin ji aliyê formê ve hate rexnekirin. Di axaftinan de polîtîkayên di der barê bikaranîna av û bendavan ku weke amûreke hegemonyayê tê bikaranîn ji aliyê formê ve hate rexnekirin. Di forûmê de alternatîf û pêşniyarên ku li dijî van hemî dijberên sîstema ekolojiyê bê bikaranîn hate pêşkêşkirin û nîqaşkirin. 1emîn konferansa Forma avê ya Mezopotamyayê ku 3 roj berxwe da piştî daxuyaniya dawî, biryara konferansa 2emîn jibo ku li bajarê Amedê bê lidarxistin, hate dayîn û konferans bidawî bû.[4]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Gazetesi, Evrensel. "Irak Kürdistan Bölgesel Yönetimi'nde 'Mezopotamya Su Forumu'". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2022.
  2. ^ a b Akdemir -, Özer (2 nîsan 2019). "Mezopotamya Su Forumu: Yaşam için su, barış için su!". Ekoloji Birliği (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2022.
  3. ^ Akdemir -, Özer (2 nîsan 2019). "Mezopotamya Su Forumu: Yaşam için su, barış için su!". Ekoloji Birliği (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2022.
  4. ^ Akdemir -, Özer (2 nîsan 2019). "Mezopotamya Su Forumu: Yaşam için su, barış için su!". Ekoloji Birliği (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 kanûna paşîn 2022.