Fetîr
Fetîr, vetîr navê şîraniyeke kateyî ya pêjgeha kurd e. Herwiha ji pelhevîrkê (şikeva) re jî fetîr/vetîr dibêjin. Bingeha peyvê ji "hevîrê tîr, hevîrtîr" tê. Peyveke kurdî ye. Li hin deverên Serhedê, di nava kurdên YKSSê de navdar e.
Li parêzgehên Sêwas, Erdêxan, Îdir, Qers û Wanê jî bi vê navê tê navkirin.
Berkelî
biguhêreÇêkirin
biguhêreHevîrtirşê xwe di nava hinekê şîr de bihelînin. 6 stekan ardê xwe berdin badiyekê, hevîrtirş û xwê jî tevlî bikin, bistrên. Hevîrê xwe bidin sekinandin bila kewa xwe bigire.
Rûnê xwe bihelînin, ard berdinê, biqelînin. Zerayî bi ardê we ket, şekir tevlî bikin, hinek jî avê, bistrên. Bihêlin bila sar bibe, ev ji bo hundirê wê ye.
Hevîrê xwe bînin, girikên bi qasî kulmê çêbikin. Girikan bi destan hinekê vebikin, hundirê wan ji têkela we amade kiribû, dagirin (tije bikin).
Dîsa wan girikan bi destan vebikin. Bila stûriya wan bi qasî bêçiyê û çapa wan jî bi qasî 15-20 cm be. Hêk û mast biçelpînin di ser wan de bidin. Li tendûrê bidin, bipijînin.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |